Li St. Polten û Viyanayê bîranîna Sêwasê
Li bajarên St. Polten û Viyana yên Awûstûryayê, qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn.
Li bajarên St. Polten û Viyana yên Awûstûryayê, qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn.
Kurdistaniyên roja Şemiyê li ber Navenda civaka Demokratîk a Kurd a li St. Poltenê civiyan, ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sêwasê û şermezarkirina komkujiyên DAIŞ'ê, ber bi Stasyona Navendî ve dest bi meşê kirin.
Çalakgeran dirûşmên "Sêwasê ji bîr neke, nede ji bîrkirin", "Hesabê Sêwasê wê were pirsîn", "Bijî Berxwedaan Kobanê" qîriyan û gelek belavok belav kirin.
Meş bi mîtîngeke kurt bi dawî bû. ATÎGF û AGII jî destek dan çalakiyê.
LI VIYANAYÊ MÎTÎNG
Li paytext Viyanayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û desteka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li Stephanplatzê mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtîngê de gelek belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin û qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn.