Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê êrîşên bombeyî yên 18'ê Gulanê li Edene û Mersînê li hemberî avahiyên HDP'ê hatin kirin de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrên Karên Hundir û Derve kir.
Beştaş ev pirs li Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk û Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir:
"Bi meha Adarê destpêkirina pêvajoya hilbijartinên serdema 25. a parlamenteriyê de li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan bi qasî 200 êrîş hatin kirin. Bi dîtin û nirxandina van êrîşan re çima emniyetê li bajarên Edeen û mersînê li dijî êrîşan tedbîr negirtiye?
Beriya êrîşên li Edene û Mersînê, ti îxbar li yekîneyên emniyetê hat kirin?
Dema şêwe û armanca êrîşên li bajarên Edene û Mersînê werin nirxandin, mirov dikarin bêjin u çavkaniya êrîşên bombeyî û çekdarî yên li hemberî HDP'ê dişibin hev?
Der barê kiryar û çavkaniyên êrîşên li Amed, Edene û Mersînê de delîlên hevpar çi ne? Çima heta niha kiryarên êrîşên li her du bajaran hînê nehatine girtin? Pêvajoya lêkolînê ya emniyetê ya li ser mijarê qediya ye?
Piştî ku daxuyaniyên û gotinên nefretê yên li hemberî rêveberên HDP'ê zêde bûn, çima tedbîrên ji bo pêşîgirtina li bûyerên jiyana mirovan dixin xeteriyê, nehatine girtin?
Tevî ku hikûmetê der barê êrîşên li Edene û Mersînê de ragihand ku wê hemû yekîneyên ewlekarî û îstîxbaratê bi hesasiyet lêkolîn bikin û ronî bikin, çima heta niha nehatine ronîkirin?
Heman piştî vê daxuyaniyê, rûdana êrîşa bombeyî ya li mîtînga li Amedê, gelo li daxuyaniyên rayedarên hikûmetê tê?
Yekîneyên emniyet û îstîxbaratê yên bi hesasiyet li ser karê xwe ne, çima ji bo pêşîgirtina li êrîşên li bajarên din, tedbîr negirtine?
Der heqê teqînên li Edene û Mersînê de heta niha li hemberî çend kesan lêpirsîn hatiye vekirin? Der barê êrîşê de çend kes hatine girtin? Wezareta we ji bo ronîkirina şêweyê êrîşê xebatekê dimeşîne? Agahî û delîlên gihaştine ber destê we hene? Çima heta niha kes an jî kesên êrîşên li her du bajaran organîzekirine, nehatine dîtin? Yekîneyên emniyetê lêkolîna xwe ya li ser bûyerê qedandine?