Dogan ê HDP'yî: Gunehê karkerên mirin di stûyê desthilatdariyê de ye

Parlamenterê HDP'ê Dogan nerazîbûn nîşanî komkujiya karkeran a li Manîsayê da û got, "Gunehê karkerên çandiniyê yên jiyana xwe ji dest dan, di stûyê desthilatdariya di vê mijarê de sererastkirin nekiriye, de ye."

Parlamenterê HDP'ê Dogan nerazîbûn nîşanî komkujiya karkeran a li Manîsayê da û got, "Gunehê karkerên çandiniyê yên jiyana xwe ji dest dan, di stûyê desthilatdariya di vê mijarê de sererastkirin nekiriye, de ye.".

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, der barê komkujiya karkeran a li navçeya Manîsa Golmarmarayê de ku 15 karkerên demsalî jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DIVÊ TAVILÊ GUHERTIN Û SERERASTKIRIN BÊN ÇÊKIRIN'

Dogan got, "Bi hatina havînê re bi sed hezaran karkerên çandiniyê bi awayekî bê ewle tên xebitandin. Birin û anîna karkerên çandiniyê di qaseyên qemyon û traktoran de êdî weke rewşeke ji rêzê tê dîtin. Tevî ku her sal bi sedan karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest didin, dewlet bi xemsarî nêzî vê pirsgirêkê dibe" û ev xal destnîşan kir:

"Di felaketa trafîkê ya îro li Manîsayê rû da de, 15 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan. Her sal bi sedan karkerên çandiniyê di rê de jiyana xwe ji dest didin. Bûyera li Manîsayê qewimî neçar dike ku ji bo sererastkirina mercên karkerên çandiniyê, guhertinên lezgîn bên kirin. Guneyê karkerên di qaseyên qemyonê de bi berbanga sibehê re di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin, di stûyê desthilatdariya ku di vê mijarê de guhertin nekiriye, de ye."

Dogan xwest li cihê ku karkerên çandiniyê jê diçin kar û tên kontroleke berfireh a trafîkê bê kirin û êdî destûr neyê dayîn ku karkerên çandiniyê di qaseyên qemyon û traktoran de biçin kar û bên.