Parêzeran tecrîda Îmrali şermezar kirin

Parêzerên OHD û MHD'ê li Stenbol, Amed, Wan, Enqere, Êlih û Mêrdînê li ber edliyeyan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li gelek bajaran ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê şermezar bikin çalakî li dar xistin. Parêzeran di daxuyaniyên xwe de gotin bi pêkanînên keyfî tecrîd weke Girtîgeha Guantanamoye û ev vê yekê qebûl nakin û divê demildest şertên azadiya Ocalan pêk bên.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 5'ê Nîsanê heya niha berdewam dike. Li gel parêzer û malbatan Heyeta Îmraliyê jî nikare biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ligel Ocalan malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzerên OHD û MHD'ê li Stenbol, Amed, Wan, Enqere, Êlih û Mêrdînê li ber edliyeyan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Parêzerên endamên OHD û MHD'ê wê di 27'ê Tîrmehê de li Gemlîkê çalakiyê li dar bixin. Berî vê çalakiyê parêzeran ji bo tecrîd bê rakirin û azadiya Ocalan li ber edliyeya çalakî li dar xistin.

AMED

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) a Amedê li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Edene Meral Daniş Beştaş jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Dawî li tecrîdê bînin û ji Birêz Ocalan re azadî" hate vekirin.

Li ser navê parêzeran Prz. Resul Tîmur daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 salin li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdekî gelek dijwar de tê girtin û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de heya niha bi parêzerên xwe re ji 6'ê Cotmeha 2014'an de bi malbata xwe re û herî dawî ji 5'ê Nîsanê heya niha nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike."

'DIXWAZIN TÊKÎLIYA BIRÊZ OCALAN JI DERVE QUT BIKIN'

Tîmur anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê hilberîna hegemonyaya kapîtalîst e û dixwazin têkîliya Ocalan ji derve qût bikin. Tîmur da zanîn ku Ocalan tenê kesekî nîn e raman, felsef û daxwaziya azadiya gelan e.

'TECRÎDA LI HEMBERÎ BIRÊZ OCALAN LI HEMBERÎ HEMÛ GELAN E'

Tîmur bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo pêşeroja demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha axivî: "Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de li ser navê gelê kurd di pozîsyona sermuzakerevaniyê de ye. Li aliyê din di encama hilbijartina 7'ê hezîranê û şoreşa Rojava Birêz Ocalan rêberê meşa azadiya gelan e. Ji ber vê yêkê tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li hemberî hemû gelan e."

'DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ PÊK BÊN'

Tîmur destnîşan kir ku tecrîd bi hevdîtina malbat, parêzer û heyeta siyasî ya bi Ocalan re ji holê ranabe. Tîmur derbirkî kir ku Girava Îmraliyê bi serê xwe mekanekî tecrîdê ye û wiha pê de çû: "Heya ev mekan neyê girtin û şerên tendûrîstî, ewlehî û azadiyê pêk neyên tecrîda li ser Ocalan ji holê ranabe."

'EM TECRÎDA LI ÎMRALİYÊ QEBÛL NAKIN'

Tîmur anî ziman ku Girava Îmraliyê bi pêkanînên keyfî ji Girtîgteha Guantanamoyê cuda nîn e û ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin û divê hemû hiqûqnas li hemberî van polîtîkayan û tecrîda li Îmraliyê baldar bin.

STENBOL

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta 'Ji tecrîdê re na! Ji Ocalan re azadî" hat vekirin û bê navber dirûşmeyên weke "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Dê rûmeta gel îşkenceyê têk bibe" û "Ji Ocalan re azadî" hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Parêzer Omer Guneş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Tirkiye makeqanûnên xwe bin pê dike û wiha got: "Aqlê heyî yê dewletê ji şer re xizmetê dike."

Piştî daxuyaniyê parlamenterê HDP'ê Beyza Ustun axivî û diyar kir ku divê demildest AKP dest ji amedekariyên xwe yên şer berde û ji bo aştiyê gavan biavêje. Piştî axaftinan parêzer li ber edliyê 5 deqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Piştî çalakiyê parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, bi rêya Serdozgeriya Komareya Stenbolê serî li Serdozgeriya Komereya Gemlîkê dan û piştre jî ji ber edliyeyê veqetiyan.

MÊRDÎN

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Mêrdînê hat protestokirin. Endam û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevseroka MHD'ê Zuhat Bîlen axivî û diyar kir ku Heta şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristiyê neyên seresarstkirin, tecrîd ji holê ranabe û xwestin êdî tecrîd bi dawî bibe.

ÊLIH

Endam û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) ji bo balê bikişînin ser şert û mercên tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber edliyeya Êlihê daxuyanî dan çapemeniyê. Di şexsê Ocalan de li hemberî girtiyên din jî tecrîd pêk tê. Li Îmraliyê îzolasyona komek pêk tê û têkiliya wan a bi terva û civakê re hatiye qutkirin.

WAN

Li Wanê jî û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) bi daxuyaniyek bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta Ocalan azad nebe pêvajoya çareseriyê jî nameşe û divê AKP demildest dest ji van polîtîkayên xwe berde.

ENQERE

Parêzerên OHD'ê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ediliya Enqereyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parêzeran di daxuyaniyê de gotin divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê rakirin û divê êdî Ocalan karibe bi gel re dîsa têkiliyê deyne.