Kobaniyê li Edeneyê rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da
Kobaniyê bi navê Mehmet Mûstafa yê li Edeneyê ji ber êrîşa çekdarî bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Kobaniyê bi navê Mehmet Mûstafa yê li Edeneyê ji ber êrîşa çekdarî bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Gulbahçe ya navçeya Edene Seyhanê, xizmên kesekî li zeviyan navbeynkarî dikir, duh êvarê bi çekê êrîşî Kobaniyan Mehmet Mûstafa û Ahmed Hemşo kirin.
Her du Kobaniyên di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Ahmed Hemşo li dû tedawiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê derket.
Lê belê ji ber Mehmet Mûstafa bi giranî birîndar bû ew li nexweşxaneya Aşkin Tufekçî ya Çûkûrovayê hat temeliyatkirin. Piştî Emeliyatê Mûstafa sewqî Unîteya Lezgîn a Cerrahî û Dil a Nexweşxaneya Seyhanê. Mûstafa tevî hemû hewldanên li vê derê nekarî bê rizgarkirin.