Tuncel ji doza dihat darizandin beraet bû
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel di doza berê bi îdîaya "endama rêxistinê ye" ceza girtibû û piştî Dadgeha Destûra Bingehîn ceza xera kir, ji nû ve hat darizandin û di dozê de biryara beraetê hat dayîn.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel di doz ji nû ve dihat darizandin beraet bû. Tuncel berê bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê girtûbû û piştî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn doz hat xerakirin û darizandinê ji nû ve destpê kir. Rûniştina dozê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di rûniştinê de parêzer amade bûn. Di rûniştinê de dozger mutalaya xwe ya berê pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger xwest ku dosya ji nû ve bê lêkolînkirin, şahidên nepen bên guhdarkirin û gerên Tuncel ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hikûmeta heremê bên xwestin.
Serokê heyetê got, ji ber ku emniyetê heya niha daxwaza şahidên nepen bên guhdarkirin nexwest navên wan neşandin, nivîsên ji hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê re şandin bersiva wan negirtin, darizandina demek dirêj û girtina demdirêjî binpêkirina mafan e û ji ber vê yekê daxwazên dozger red kirin.
Piştre dozger jî bi sedema delîlên Tuncel bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" bê cezakirin tinene beraet xwest.
Piştre heyeta dadgehê biryara ti delîlên Tuncel bê cezakirin tinene biryara beratê da.