Li deriyê sînor ê Cerablûsê teqîna dijwar!

Li deriyê sînor ê di navbera Cerablûs û Karkamişê de, li aliyê Sûriyeyê teqîneke gelekî dijwar rû da. Hat ragihandin ku di teqînê de serçeteyekî DAIŞ'ê yê bi navê Evdilrehman miriye.

Li deriyê sînor ê di navbera Cerablûs û Karkamişê de, li aliyê Sûriyeyê teqîneke gelekî dijwar rû da. Hat ragihandin ku di teqînê de serçeteyekî DAIŞ'ê yê bi navê Evdilrehman miriye.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre hêzên nêzî YPG'ê, îro saet di 10.30’an de di deriyê sînor ê Cerablûsê (Qarqamîş) yê Helebê ku li rojavayê Kobanê ye teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku di encama teqînê de serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê  Ebdulrehman e hate kuştin. Deriyê Sînor ê Cerablûsê ku li ser sînorê di navber Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye li rojavê Kobanê dikeve.

Bajarê Cerablûs li rojavayê Kobanê dikeve, di sala 2012’an de Artêşa Azad ji hêzên rêjîmê rizgar kirin û di sala 2013’an de çeteyên El-Nûsra û DAIŞ’ê artêşa azad jê derxistin û paşê El-Nusra derî ji DAIŞ’ê re hiştiye. Piştî ku hêzên YPG’ê bajarê Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin tenê deriyê Cerbalûsê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyê de maye. Ji vir çeteyan êrîşên xwe li ser Kobanê pêk dianîn.