Li Helebê şerê dijwar

Li Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û 12 komên çete de, ku yek ji wan Cebhet El Nûsra ye, dewam dike.

Li Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û 12 komên çete de, ku yek ji wan Cebhet El Nûsra ye, dewam dike. Li derdora bajarokê Zebedanî yê Şamê jî, di navbera hêzên rejîmê û komên mûxalîf de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li derdora taxa Cemiyêt El-Zehrai ya bajarê Helebê di navbera hêzên rejîma Baasê û çeteyên Cebhet El Nûsra li gel 12 komên Îslamî yên çekdar de şer û pevçûn bi dijwarî rû didin. Li aliyekî din balafirên rejîmê 2 bermîlên bombeyî bi ser heman deverê de berdan. Li ser rêya Dîlok û Şamê ya bajarê Helebê jî bi çekên giran şerekî dijwar diqewime.

Li derdora avahiya Buhûs Ilmiyê (Lêkolînên Zanistî) piştî şerê dijwar komên Îslamî yên radîkal avahî bi dest xwe ve anîn.

Li derdora bajarokê Zebedanî yê girêdayî paytexta Sûriyeyê Şamê di navbera hêzên rejîmê li gel milîsên Hîzbûllahê û çeteyên Cebhet El Nûsra de şerekî dijwar rû dide. Li gorî agahiyan li vê deverê hêzên rejîmê bi pêş ve diçin.

Li aliyekî din balafirên rejîmê bajarok bi 12 bermîlên bombeyî bombebaran kirin.

Der barê encamên vî şerî de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.