HDP'ê rewşa karkerên TPIC'ê pirsî

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan diyar kir ku TPIC biryar daye li hin bîrên lêgerîna petrolê raweste û heqdestê personelan 6 mehan di ser kêmtirîn mûçe de bide. Atalan ev biryara TPIC'ê ji Wezîr Taner Yildiz pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan diyar kir ku TPIC biryar daye li hin bîrên lêgerîna petrolê raweste û heqdestê personelan 6 mehan di ser kêmtirîn mûçe de bide. Atalan ev biryara TPIC'ê ji Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Taner Yildiz pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan got, "Turkish Petroleum International Company (TPIC) a ser bi BOTAŞ'ê ku li hundir û derveyî welat li petrolê digere, di meha Kanûnê de xebatên lêgerînê yên li hin bîrên petrolê sekinandiye û aşkera kiriye ku wê bi vê yekê re heqdestê personalan 6 mehan di asta mûçeyê kêmtirîn de bide. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin, tê fêmkirin ku TPIC wê di dawiya vê demê de peymana 350 karkerên di statuya karkerên demkî û xebatkarên qadên petrolê yên li Êlih, Amed û Semsûrê de ne, betal bike."

Atalan ev pirs li Wezîr kir:

"Di dema hilbijartinê de Wezîrê Maliyeyê û siyasetmedarên namzetên AKP'ê, soz dan ku heta dawiya sala 2015'an wê karker ji kar neyên derxistin? Ev kesên mijara gotinê çima soza xwe bi cih neanîn û mafê karkeran çima nehatine parastin?

Nûçeyên li ser derxistina karkerên TPIC'ê piştî dema xebitandina bi mûçeyê kêmtirîn, rast e? Sedema derxistina karkeran ji kar çi ye?

Rast e ku li bîrên lêgerîna petrolê dema sekinandinê heye? Ev dema rawestandinê çiqas e?

Li van bîrên ketine ber dema rawestandinê, çend karker ji kar hatine derxistin? Ji bo mexdûr nebin, wê ji wan re karek bê dayîn an na?

Ji bo ji holê rakirina mexdûriyeta karkerên li bîrên lêgerîna petrolê dixebitin, di xebateke we heye?"