Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyan êrîşî Roboskiyan kirin

Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî gelê ku li Roboskê meş pêk dianî kirin û welatiyê bi navê Îsa Encu birîndar kirin.

Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî gelê ku li Roboskê meş pêk dianî kirin û welatiyê bi navê Îsa Encu birîndar kirin.

Gundiyên Roboskê ji bo qedexekirina Zozanên Şîrîk, qetilkirina hêstir û zextên li ser gundiyan şermezar bikin, îro xwestin li Zozanên Şîrîk meşekê pêk bînin. Leşkeran destûr nedan meşê û bi bombeyên gazê û çekan êrîş kirin.  Di êrîşê de guleyên rast jî hatin bikaranîn û Îsa Encu birîndar bû. Hat hînbûn ku Encu ji zikê xwe bi guleyê ji zikê birîndar bûye.

Encu rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê û piştî mudaxaleya destpêkê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.