Tecrîda li ser Ocalan li Tambovê hat protestokirin
Li herêma Pervomaysk a bajarê Tambov ê Rûsyayê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li herêma Pervomaysk a bajarê Tambov ê Rûsyayê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li herêma Pervomaysk a bajarê Tambov ê Rûsyayê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Endama KJK'ê Botan di axaftina xwe ya li civînê de got, "Tecrîda herî giran a her demê li hemberî Rêberê me tê meşandin. AKP bi agir dilîze."
'AKP DIXWAZE KURDAN CEZA BIKE'
Li bajarokê Tambov ê Federasyona Rûsyayê Kurdistaniyên li gundikê Pervomaysk dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê endama KJK'ê Medya Botan mafê axaftinê girt û got, "Piştî ku di hilbijartinan de darbe xwar û stratejiya xwe ya li hemberî Rojava têk çû AKP dixwaze bi tecrîdkirina Rêberê me re Kurdan ceza bike. Gelê Kurd gelekî dilsozê Rêberê xwe ye. AKP dixwaze bi gefa li hemberî Rêbertî re dixwaze gefê li me bixwe. Ji bo vê jî tecrîda herî giran li hemberî Rêberê me dimeşîne. Ya ku AKP dike, lîstina bi agir e."
Beşdarên civînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.