Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Li Artemêtan û Serêkaniyê 5 kes hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Li Artemêtan û Serêkaniyê 5 kes hatin binçavkirin.

LI ARTEMÊTANÊ 2 JÊ ZAROK 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsan li taxa Suphan a navçeya Wan Artemêtanê avêtin ser malan û kesên bi navê Welat Babat (19), B.N. (15) û M.A. (17) kirin binçavan. Sedema binçavkirina 2 jê zarok 3 kesan nehat zanîn. Hat ragihandin ku polîsan binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

LI SERÊKANIYÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Riha Serêkaniyê jî polîsan û tîmên taybet danê sibehê bi hevdemî avêtin ser malan. Di serdegirtinan de delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ayşe Bozan û welatiyê bi navê Ahmet Ozgur Dag hatin binçavkirin. Li ser sedema binçavkirinê agahiyek nehat bidestxistin. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.

Balkêşe ku di dema binçavkirinan de mînîbuseke ji logoya Tukcell a bi plaqeya sivîl hat bikaranîn.