TKP/ML, ji bo protestokirina operasyonên dewleta Elman bang kir

Komîteya Navendî ya TKP- ML, têkildarî operasyonên hemwext ên di 15’ê Nîsanê de bi fermana Wezareta Dadê ya Elmanyayê li dijî xebatkarê partiyê pêk hatin, daxuyaniyek nivîskî da.

Komîteya Navendî ya TKP- ML, têkildarî operasyonên hemwext ên di 15’ê Nîsanê de bi fermana Wezareta Dadê ya Elmanyayê li dijî xebatkarê partiyê pêk hatin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi biryara girtinê ya ku Elmanyayê derxistiye re di operasyonên hemwext de, li Swîsreyê 1, li Fransayê 1, li Yewnanîstanê 2, li Elmanyayê 7 bi tevahî 11 şoreşger hatine girtin û hat gotin ku dewleta Elman bi vê nêzîkatiyê xwestiye partiya wan û penaberên siyasî yên Tirkiyeyê bitirsîne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola dewleta Tirk û hat gotin ku dewleta Tirk tenê bi qetilkirina şoreşgeran sînor namîne û dema ên li Ewropayê dimînin jî tespît dike, qetil dike. 

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê yên hatine girtin demildest bên berdan û dawî li zextan bê anîn. Her wiha bang li hemû şoreşger û raya giştî hat kirin ku komploya 15’ê Nîsanê protesto bikin.