ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê pevçûn didomin
Li gundên Wehşiye, Til Malid, û Qezel Mezeaa yên derdora Ezazê ji 30‘ê Gulanê ve di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û çekdarên bi ser ve û di navbera çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn berdewam e. -
Yên Ayvalitaş kuştin dîsa nehatin girtin
Rûniştina doza darizandina ajokarê wesayîta ku di çalakiyên Gezî de li Ayvalitaş da û ji cihê bûyerê reviya, dewam kir. Heyeta dadgehê, der heqê bersûcan de biryara girtinê neda û doz ji bo 11'ê Mijdarê taloq kir. -
Namzetê CHP'ê Baykal e
CHP wê ji bo Serokatiya Meclîsê Baykal namzet nîşan bide. -
Li Bakûba êrîşa bombeyî: 10 mirî, bi dehan birîndar
Li Bakûba ya ser bi wîlayeta Iraq Diyalayê, di dema civîna lîderên eşîra Elînda de bi wesayîteke bombebakirî êrîşekê rû da. Di encamê de reîsên eşîrê jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. -
Li NY’yê panela lêkolîna îstîsmarkirina zarokan
Neteweyên Yekbûyî der barê îdîayên îstîsmarkirina zarokan ji aliyê leşkerên Fransî ve ji bo mekanîzmaya xwe ya hundirîn li ber çavan re derbas bike wê panelekê li dar bixe. -
Ber bi hilbijartinê ve li Bûrûndiyê êrîşa bombeyî
Li Bûrûndiyê ku hefteyek ji hilbijartinên xwecihî re maye bûyerên şîdetê didomin. -
Ji bo Serokatiya Meclîsê tûra yekemîn 30’ê Hezîranê ye
Ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê wê tûra yekemîn 30’ê Hezîranê pêk bê. -
Li Zonguldak û Karabuk cinayeta kar
Li Zonguldakê bi ber hezaza di kana qaçax de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Li Safranbolu ya Karabuk jî karkerek dema xebatên asansorê dikir jiyana xwe ji dest da. -
Wê sê parlamenterên HDP’ê tevlî merasîma sondxwarinê nebin
HDP'ê diyar kir ku wê parlamenterên HDP’ê Yildirim, Irgat û Tûran tevlî merasîma sondxwarinê nebin. -
Li Meclîsê merasîma sondxwarinê destpê kir
25. Dema Meclîsê bi merasîma sondxwarinê destpê kir -
Raportora MPKE’ê: Kurd du caran bi ser ketin, Erdogan têk çû
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), hilbijartinên Tirkiyeyê di civîna civata giştî de di çarçoveya Rapora Delegasyona Şopandina Hilbijartinan de nîqaş kir û rapor bi pêşniyaran hat erêkirin. -
Volta Çark: Mirov li girtîgehê LGBT’î bin
Rosîda Koyûncû bi pirtûka xwe ya ‘Volsta Şark: Mirov li girtîgehê LGBT’î bin’ zilma li ser kesên trans ên li girtîgehê tîne rojevê. -
Sê rojnamevanên Îtalyanî û yekî Fransayî hatin dersînorkirin
Bi îdîaya ku li Murşîtpinar a navçeya Riha Pirsûsê 'Bi rêyên ne qanûnî de ketine hundirê Tirkiyeyê", çar rojnamevanên Ewropayî hatin dersînorkirin. -
Li ser bihevrebûna mirovê Homo Sapiens û Neandertal tespîta girîng
Lêkolîneke nû ya têkildarî ku mirovê îroyîn Homo Sapîens û Neandertalleriyan zarok çêkirine, hat weşandin. Li gorî lêkolînê 'kalê mezin' ê Homo Sapîens yê berî 40 hezar salî jiyaye, Neandertal e. -
Ciwanê xwest tevlî avakirina Navenda Tenduristiyê ya Kobanê bibe hat binçavkirin
Ciwanê ku endamê Young Struggle yê ji Almanyayê ket rê ji bo tevlî Navenda Tenduristiya Kobanê ya bi organîzasyona ICOR’ê tê çêkirin bibe ji balafirê hat daxistin û hat binçavkirin. -
Swêd TV 4: Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike
Nûçegihanê şer ê televizyona taybet TV 4 a Swêdê Stefan Borg di bernameyeke vê sibê di televizyonê de hat weşandin de wiha got: “ Tirkiye yekser û neyekser piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike.” -
Namzetê HDP’ê yê Serokatiya Meclîsê Mîr Dengîr Firat e
HDP’ê di civîna koma xwe de Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo namzetê serokatiya meclîsê diyar kir. Demîrtaş anî ziman ku divê li ser esasê rêgezan nêzîkatî çê bibe û bal kişand li ser nîqaşên koalîsyonê. -
Li Moskowê Sînema Kurd li Mîhrîcana Fîlman
Mîhrîcana Fîlman a Moskowê ku îsal cara 37’emîn tê lidarxistin bi sernavê “Fenomena Sînemaya Kurd” ve wê bi fîlmên derhenerên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq Îran û Ermenistanê bi temaşevanan re be. -
Russia Today belgesela şervanên YPJ’ê çêkir
Jiyana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, ji aliyê Russia Today (RT) televîzyona dewletê ya Rûsya ya bi Îngîlîzî weşanê dike bû belgesel. -
HDK’ê encamnameya civîna meclîsa giştî aşkera kir
Di encamnameya civîna giştî ya meclîsa HDK’ê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê bidawîkirin -
Li Îzmîrê ji bo lîseya bazirganiyê çalakî
Li Îzmîrê hewldanên tasfiyekirina lîseya bazirganiyê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat gotin ku biryareke ku bandora neyînî li ser xwendekar û mamsoteyan dike, hatiye girtinê û daxwaz hatin rêzkirin. -
Seroka AKPM’ê: Divê Tirkiye polîtîkaya Sûriyeyê nû bike
Seroka AKPM’ê Brasseur bertekên tund nîşanî polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê da û got divê bi hevkarî mudaxaleyî DAIŞ’ê bê kirin. -
Banga tevlîbûna ji mîtînga Madimakê re hat kirin
Rêxistinên Elewiyan, bi boneya 22'emîn salvegera komkujiya Madimakê şermezar bikin û 33 rewşenbirên hatin qetilkirin bibîr bînin, wê 28'ê Hezîranê li Kadikoyê mîtîngê pêk bînin. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hat kirin. -
Artêşa Tirk perwerdeya leşkerî dide endamên Huda-Parê
Derket holê ku artêşa Tirk li gundekî navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, perwerdeya leşkerî dide endamên Huda-Parê. -
Polîsan meşa Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî asteng kir
Endamên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, ji bo nelirêtî û komkujiyên karkeran ên di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatine şermezar bikin û hesab bipirsin ji Tûnelê heta Taksîmê xwestin bimeşin.