'Nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê çima kêm dibe?'
Parlamenterê HDP'ê Atalan, mijara kêmbûna nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê û statuya penaberiyê xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Atalan, mijara kêmbûna nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê û statuya penaberiyê xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Atalan, mijara kêmbûna nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê û statuya penaberiyê xist rojeva Meclîsê. Atalan ji Davûtoglû pirsî; "Piştî sala 1985'an çima nifûsa Êzidiyan kêm bû? Sedemên ku Êzidî koç ber kirin çi bûn? Ji bo Êzidî bibin xwedî statuya penaberiyê, ti xebateke we heye?"
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan, li ser kêmbûna nifûsa Êzidiyan li Tiriyeyê, gundên Êzidiyan ên hatin valakirin û wergirtina statuya penaberiyê ya Êzidiyên Şengalî, pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
'PIŞTÎ SALA 1985'AN NIFÛS BI LEZ KÊM BÛ'
Atalan di pêşniyar pirsa xwe de diyar kir ku tê texmînkirin hejmara giştî ya Êzidiyên niha li Ermenîstan, Gurcîstan, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ne bi qasî 800.000 e û got, "Li gorî hin lêkolînên zanistî, nifûsa Êzidiyan ji vê gelekî zêdetir e. Êzidiyên li Tirkiyeyê ku heta salên 1970'î bi giranî li derdora Wêranşarê dijiyan 80.000 bû. Piştî salên 1980'î, di serî de Elmanya û Belçîkayê koçî welatên Ewropayê kirin. Nifûsa Êzidiyan a li navçeyên Mêrdîn Mîdyat, Stewr û Nisêbînê, navçeyên Riha Wêranşar, Pirsûs û Serêkaniyê, navçeya Şirnex Hezexê, navçeyên Amed Bismil û Çinarê, navçeya Êlih Qubînê, navçeya Sêrt Misricê û gundên wan dijiya, piştî sala 1985'an bi lez kêm bû."
'ÇIMA KOÇ DIKIN, HÛNÊ STATUYA PENABERIYÊ BIDIN WAN?'
Atalan ji Serokwezîr Davûtoglû xwest bersivê bide van pirsan:
"Di salên destpêkê yên Komarê de nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê çiqas e?
Beriya salên 1980'î nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê çiqas e û cihên lê dijiyan ku der in?
Hejmara Êzidiyên niha li Tirkiyeyê dijîn çiqas e û li ku dijîn?
Sedemên kêmbûna nifûsa Êzidiyan piştî sala 1985'an çi ye? Çima Êzidiyan koç kirin?
Çi bi mal û milkên Êzidiyên neçar man bi zorê koç bikin hat? Gundên wan ên ji ber koçberiyê neçar man vala bikin, di çi rewşê de ye?
Êzidiyên li Tirkiyeyê dijîn, dikarin çand û baweriya xwe bi awayekî azad bijîn? Ji bo karibin çand û baweriya xwe baştir bijîn, ti xebateke we heye?
Çavkaniya debarê ya Êzidiyên li Tirkiyeyê dijîn çi ye?
Ji bo Êzidî bibin xwedî statuya penaberiyê, ti xebateke we heye?"