HDP: Ji komkujiya Manîsa AKP berpirsyar e
HDP’ê diyar kir ku berpirsyarê serekê yê komkujiya karkeran a Manîsayê AKP ye û ji bo karê patronan şert û mercên koletiyê tê ferzkrin.
HDP’ê diyar kir ku berpirsyarê serekê yê komkujiya karkeran a Manîsayê AKP ye û ji bo karê patronan şert û mercên koletiyê tê ferzkrin.
HDP’ê diyar kir ku berpiryarê serekê yê komkujiya karkeran a Manîsayê AKP ye û ji bo karê patronan şert û mercên koletiyê tê ferzkrin.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî komkujiya karkeran a li Manîsayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDP’ê got: "Dîsa ev cinayeta kar bû sedem ku 13 jê jin, 15 xwişk û birayên me yên kedkar jiyana xwe ji dest bidin, 2 kedkar jî birîndar bibin. Şert û mercên hov û bê ewle yên kar dibe sedem ku her roj encamên derveyî mirovatiyê rû bidin. Êdî ne tenê yek du bi dehan xwişk û birayên me dibin qurbanên cinayetên kar.”
'BERPIRSYARÊ SEREKE AKP YE'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em kedkarên me yên dema pevçûna nan û jiyanê didin, dikin qurbanê hêrsa kar a sermayeyê bi rêz û hurmet bibîr tînin. Em desthilatdariya AKP’ê ya ji ber kontrol û pêkanînan li gor a pêwîst nake di asta yekemîn de şermezar dikin.”