Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak diyar kir ku ji bo Heskîfê ji aliyê UNESCO ve were parastin wê têbikoşin.
NÎZAM BARAN
KOLN / ANF
sêşem, 7 tîrmehê 2015, 15:24
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak diyar kir ku ji bo Heskîfê ji aliyê UNESCO ve were parastin wê têbikoşin. Kişanak got: Ji bo Heskîfê ti fikra Wezareta Çandê ya ji bo serlêdanê nîne. Jixwe ji bo Heskîfê projeyên wan ên cuda hene.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak der barê mijara ku 39. Komîteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya NY (UNESCO) 4’ê Tîrmehê Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê kir lîsteya mîrateya Çanda Cîhanê ji ANF’ê re axivî.
Li bajarê Bonn piştî 39. Komîteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya NY (UNESCO) Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê kir lîsteya mîrateya Çanda Cîhanê çav zirivîn ser Heskîfê û Çemê Dîcle.
Kişanak diyar kir ku ji bo bajarek serî li UNESCO bide divê Wezareta Çandê ya wî welatî bi fermî serlêdanê bike û got: "Em bi salane têkoşîna vê didin û herî dawî bi Wezareta Çandê re serlêdana me hat qebûlkirin. Lê mixabin Ji bo Heskîfê ti fikra Wezareta Çandê ya ji bo serlêdane. Jixwe ji bo Heskîfê projeyên wan ên cuda hene. Yek ji wan a sereke Bendava Ilisû ye. Dewlet hewl dide bi temamî wir bê mirov bihêle. Ji bo şkandina vê pêwîst e mirov zextê li ser rêveberiya UNESCO bike."
Kişanak da zanîn ku Sûrên Amedê malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye û got, “Weke tê zanîn Amed û Heskîf weke du bajarên bira ne û xwedî dîrokeke 12 hezar sal in. Ev dîrok tenê Amed û Heskîfê girê nadin. Hemû mirov û siberojê digire nava xwe. Weke tê zanîn li Rojhilata Navîn gelek cihên dîrokî di bin gefa windabûnê de ne. Ji bo parastina van mîrateyan pêwîst e UNESCO bikeve dewreyê û ji bo parastina van mîrateyên dîrokî yên mirovan divê UNESCO tişta dikeve ser milên xwe bike."
‘HESKÎF 9 KRÎTERAN HILDIGIRE’
Kişanak got, “Ev serketina Amedê di serî de ji bo Heskîf û hemû Kurdistanê xwedî wateyeke mezin e. Dibe ku ev biryara UNESCO’yê ji bo parastina mîrasên din ên li Kurdistanê jî destpêkek e.”
Em ê ji bo Heskîf di bin avê de nemîne têbikoşin. Ji bo ketina lîsteya UNESCO’yê tenê ji deh krîteran yek krîter hilgirtin bes e. Heskîf ji 10 krîteran 9’an hildigire. Lê em dibînin ku hîna jî Wezareta Çandê ji ber polîtîkayên dewletê nikare derketinekê bifikire. Ev yek jî ji bo welatê me rewşeke xemgîniyê ye, ji bo zarokên me û siberoja me tabloyeke xemsar nîşan dide.”