ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ser qetilkirina Kader salek derbas bû, lê hê jî doz nîne
Kader Ortakaya ku par di pêvajoya berxwedana Kobanê de li ser sînor ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Stenbolê hate bibîranîn. -
Li Munîhê bang li hikûmeta Fransî hat kirin: Qatilan aşkera bike
Li Munîhê ji bo jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê hatibûn qetilkirin, edalet hat xwestin. -
Der barê 26 rojnamevan-nivîskarên çapemeniya azad de lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Hevgerînendeyên Giştî yên Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol jî di nav de der barê 26 nivîskarên rojnameyê de bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn da destpêkirin. -
Baydemîr: Vîna gelê Rihayê hatiye xespkirin
Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê navçeya Rihayê ziyaret kirin û hilbijartin nirxandin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li gundan zext hatine kirin û pêşî li dengdayîna jinan hatiye girtin. -
Ji bo girtiyên ATÎK'ê wê çalakî bên lidarxistin
Ji bo girtiyên ATÎK'ê wê li pêşiya girtîgehên li Elmanyayê çalakî bên lidarxistin. -
Li Frankfurtê ji bo sê jinên şoreşger edalet hat xwestin
Di çalakiya Franfurtê de jinên hatin gel hev ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger edalet xwestin. -
''Engîn dema ji bo zarokên xwe diçû nan hat qetilkirin''
Fatma Sîmbag a li Farqînê bû şahidê qetilkirina Engîn Gezîcî û meta wî Îsmet Gezî yên di qedexeya derketina kolanan de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivî. -
Polîsan dest danîn ser cenazeyê Gezîcî, xizmên wî binçav kirin
Malbatê cenazeyê Gezîcî yê li Farqînê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, wergirt. Malbatê xwest cenaze bibe Êlihê, lê belê 3 kes ji malbatê hatin binçavkirin. Polîsan her wiha dest danîn ser cenaze. -
Demîrtaş: Ne li cihên xendekan, li herêmên rojava dengên me kêm bûn
Demîrtaş da xuyakirin ku dengê wan ne li Kurdistanê, li rojavayê Tirkiyeyê kêm bûne. Demîrtaş diyar kir ku helwesta wan a li ser mijara Serokatiyê bi heman rengî ye û amadekirina Destûra Bingehîn a nû kir. -
Rûniştina biryardayînê ya doza JÎTEM'ê destpê kir
Rûniştina biryardayînê ya doza 'JÎTEM a Cizîrê' ku gav bi gav ber bi nixumandin û girtinê hat birin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê destpê kir. -
Kaya: Bi gefa îstiqrar û kaosê desthilatdarî bi dest xist
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bi gefa 'îstiqarar û kaosê', desthilatdarî bi dest xistiye. -
Li Girtîgeha Rîzeyê zext û îşkence
Li Girtîgeha bi Tîpa L a Rîzeyê, zexta li girtiyên siyasî yên ku li dijî guhertina koxûşan derketin roja 9'ê Cotmehê rastî êrîşa gardiyan û leşkeran hatin, dewam dike. -
Beriya doza li Yewnanîstanê ji parêzerên Ocalan daxuyanî
Beriya doza têkildarî bê hiqûqiyên di pêvajoyên destpêkê yên dema Ocalan hat Yewnanîstanê de rû dan, parêzeran li Baroya Atîna daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Rûsya Roja Yekîtiya Gelan pîroz kir
Rûsya 4’ê Mijdarê Roja Yekîtiya Gelan a li şûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya Sosyalîst wek cejn hat îlankirin pîroz kir. -
CÎK: Pêwîst e dewlet bê şert û merc bersivê bide agirbestê
CÎK’ê têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand got; “Aliyê Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan di pozîsyona agirbestê de ye. Pêwîst e dewlet jî bê şert û merc bersivê bide agirbestê.” -
FEDA: Wê Elewî li rex HDP'ê berxwedana xwe bidomînin
FEDA diyar kir ku gel di 1’ê Mijdarê de serketî bûn û banga berxwedan û rêxistinbûnê kir. -
Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî li hev rûniştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî hevdîtin kirin. -
YDG-H’ê AKP hişyar kir, banga berxwedanê li ciwanan kir
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê û berxwedana li hember wê daxuyaniyek nivîskî weşand -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî Qendîl derbasî Başûrê Kurdistan hat kirin
Cenazeyê Cûdî Qendîl ê li başûrê Hesekê jiyana xwe ji dest da, derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin. -
Bi hezaran kesan gerîlayên HPG'ê Mendes û Aydin oxir kirin
Gerîlayên HPG'ê Abdullah Aydin (Cûdî Gabar) û Perîşan Mendes (Sozdar Zinar) ên li Elkê jiyana xwe ji dest dabûn û ji mehek zêdetir e li Meletî hatin rawestandin îro li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin oxirkirin. -
HDP: Em ê nehêlin ku kujer mafdar bên nîşandan!
HDP'ê li ser 'Doza JÎTEM a Cizîrê' ku wê di 5'ê Mijdarê de li Eskîşehîrê were dîtin, daxuyaniyek da. -
Barzanî û Sînîrlîoglû li ser 'PKK-Rojava' hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû, bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir. -
Li Sêrtê 'Rewşa Awarte' hat berfirehkirin
Li Sêrtê 4 herêmên din, di navbera 6-20'ê Mijdarê de weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' hatin îlankirin. -
Berdevkê HDP'ê: Em ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li ser mijara sîstema serokatiyê diyar kir ku ew li dû gotinên xwe ne û ew ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin. -
Li Edene û Stenbolê 27 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de piraniya wan zarok zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin. Polîs li malan lêgerînê dikin. Li Edeneyê jî di operasyonekê de 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin.