Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Hevgerînendeyên Giştî yên Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol jî di nav de der barê 26 nivîskarên rojnameyê de bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn da destpêkirin. Rojnamger wê sibehê li edliyeyê îfade bidin.
AKP a ku pêkûtî û tehdîdên ku li dijî çapemeniya muxalîf dabû destpêkirin piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî berdewam dike û bi daraza di destê xwe de ye hewl dide rojnamegeran bêdeng bike. Ji ber van pêkûtiyan de der barê 26 rêveber û nivîskarên Ozgur Gundem û Demokratîk Ulusê de lêpirsîn hate destpêkirin. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 1'ê Tîrmeh û hejmar 2015/125502 de hate destpêkirin nûçe û nivîsên hatine nivîsandan hincet hatine nîşandan.
Nivîskar û rojnamegerên ku der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin ev in;
Midûra Karê Nivîsan a Rojnameya Demokratîk Ulusê Nuray Candan, nivîskarên rojnameyê Cemal Şerîk, Alî Haydar Kaytan, Metîn Arslan, Selahattîn Erdem, Dîlzar Dîlok, Hevgerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol, Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan, nivîskarên rojnameyê Suat Bozkuş, Şenel Karataş, Eyup Guven, Muzaffer Ayata, Bakî Gul, Hasan Kiyafet, Kemal Bulbul, Hasan Alî Kiziltoprak, Arîf Altan, Ersîn Çaksu, Zana Farqînî, Dogan Durgun, Metîn Yegîn, Mehmet Guç, Ayşe Batumlu, Omer Agin û nûçegihanê DÎHA'yê Hayrî Demîr.
Rojnamegerên ku der barê wan de lêpirsîn hate vekirin wê sibehê li Edliyeya Çaglayanê îfade bidin dozgeriyê.
Alîkarê Serokwezîr ê berê Bulent Arinç di 24'ê Tîrmehê de Roja Azadiya Çapemeniyê di bernameyeke televîzyoneke de rojnamegerên Evrensel û Ozgur Gundem hedef dabû nîşandan. Arinç ev tişt gotibû: "Hê gotinên min bi dawî nebûn. Ez bi dosyayeke hatim vir lê dem nema. Binêrin di nav de Ozgur Gundem û Evrensel jî hene ez navên wan nebêjim gelek rojname... Ev makîneyên sûc in. Em doz li van vekin wê bi cezayan bifetisin. Îfadeyên pesna çalakiyên rêxistina terorê didin bi kar tînin. Bi hin navan quncikan dinivîsînin. Lê em der barê wan de dozê vekin wê wan dozan jî bi kar bînin. Dîsa yê derkevin û heman tiştî binivîsinin."
Piştî van gotinên Arinç der barê sedî zêdetir malperên înternetê ku ajansaDÎHA jî di nav de ye biryara astengirinê hatibû girtin.