Li Strasbourgê sembolên berxwedana 52 salî hatin bibîranîn
Li Strasbourgê ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Li Strasbourgê ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê (DKTM) ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê li dar xist.
Salona bîranînê bi wêneyên Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdên Meha Gulanê hate xemilandin. Bi rêya wêneyan îşaret bi dîroka berxwedanê ya 52 salî ya Tevgera Azadiya Kurd û tevkariya şehadetên di tevahiya vê dîrokê de ji bo têkoşîna mirovahiyê hate kirin.
Çalakiya bîranînê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurd û enternasyonalîst bi deqîqyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokên DKTM’ê ya Strasbourgê axivîn. Di çalakiyê de peyama Rêber Apo ya ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate xwendin.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Kaytan û Altûn hate pêşandan. Piştre nivîskar Tevfîk Kalkan axaftinek kir û diyar kir ku her du nav jî sembolên ji nû ve vejîna gelê Kurd in.
Piştre siyasetmedar Cûma Tak mafê axaftinê girt û pêşengên têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê ya beriya PKK’ê bi bîr anî û wiha got: “Meşaleya ku Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş pêxist, rêya şoreşa Kurd vekir. Hemû şehîdên şoreşê hîna jî rêya me ronî dikin.” Tak piştre bîranînên xwe yên kesî yên bi Kaytan re parve kir.
Di axaftinên li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger de jî îşaret bi têkoşîna azadiyê ya Kaytan û Altûn hate kirin.
Komîteya Navendî ya (TKP-ML) jî peyamek ji çalakiya bîranînê re şand. Di peyamê de sersaxî ji bo hemû gelan û bi taybet gelê Kurd hate xwestin û hate diyarkirin ku Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê pêşengên têkoşîna yekbûyî ne. Di peyamê de banga mezinkirina têkoşîna şoreşgerî hate kirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.