Baydemîr: Vîna gelê Rihayê hatiye xespkirin

Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê navçeya Rihayê ziyaret kirin û hilbijartin nirxandin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li gundan zext hatine kirin û pêşî li dengdayîna jinan hatiye girtin.

Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê navçeya Rihayê ziyaret kirin û hilbijartin nirxandin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li gundan zext hatine kirin û pêşî li dengdayîna jinan hatiye girtin. Baydemîr got, "Em xerabûna moralê red dikin. Ev yek bawerî ye, têkoşîn e."

Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û namzetên HDP'ê Leyla Guven, Ziya Çalişkan û Ferîdûn Yazar, navçeya Xelfetiyê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê li taxa Gogana Jêrîn a Xelfetiyê bi gel re rûnişt û dûre rêxistina HDP'ê ya Navçeya Xelfetiyê ziyaret kir. Li ser navê heyetê Baydemîr li vir axivî û got, "Ji bo bexçeyê gulan cihêrengiya bi HDP'ê re li Meclîsê derket holê tine bikin, piştî 7'ê Hezîranê biryara hilbijartinê girtin. Ji bo bandorê li encama hilbijartina pêşwext bikin, şerekî qirêj meşandin."

Baydemîr bal kişand ser zexta dewletê ya gundan û anî ziman ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li van herêman destûr ji jinan re nehatiye dayîn ku biçin ser sindoqan. Baydemîr got, "Hîle, manîpulasyon, qirêj û dizîtiya hat kirin bû sedem ku 60 hezar dengên me tine bên hesibandin. Bi awayekî mirov dikare bêje ku vîna gelê Rihayê hatiye xespkirin. Lê belê em ê ti carî têk neçin. Em, xerabûna moral red dikin. Ev baweriyek e, ev têkoşînek e. Ev 70 sal in mirovên vê xakê bi dayîna berdêlên giran xwe gihandina roja îro. Ya para me jî, berxwedana li hemberî zilma zalim e. Heta ku li vê erdnîgariyê hiqûqa biratiyê bê avakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

HDP'yî piştre çûn navçeya Bêrecûkê.