Li ser qetilkirina Kader salek derbas bû, lê hê jî doz nîne

Kader Ortakaya ku par di pêvajoya berxwedana Kobanê de li ser sînor ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Stenbolê hate bibîranîn.

Kader Ortakaya ku par di pêvajoya berxwedana Kobanê de li ser sînor ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Stenbolê hate bibîranîn. Parêzerê Ortayaka destnîşan kir ku dozger ev salekê ye guh nedaye ti şahidiyan û got "Kader, sînorek ku ji xwe tinebû derbas kir."

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Toplumsal Ozgurluk Partî Gîrîşîmî (TOP-G) ji bo salvegera mirina Kader Ortakaya ya ku di pêvajoya berxwedana Kobanê de li sînorê Kobanê jiyana xwe ji dest da, li şaxa ÎHD'ê daxuyanî da. Di civînê de endama TOP-G'ê Meral Çina axivî û got bi kuştina Kader Ortakaya peyamek ji têkoşîna jinê re û hevgirtina Kobanê re hatiye dayîn. Çina da zanîn ku lêpirsîna derbarê kuştina Ortaya de, bi hinceta "nebûna delîlan" tê rawestandin û got ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.

'DOZGER EV SALEKE GUH NEDAYE TI KESÎ'

Parêzera Ortaya, Taner Dogan jî diyar kir ku dozger îfadeya kesên ku şahidên kuştinê bûne negirtiye û wiha axivî: "Kader, sînorek ku tinebû derbas kir. Bi guleyek ku li serê wê ket jiyana xwe ji dest da. Ev saleke  dozger guh nedaye ti şahidî."

Kekê Azîz Guler ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest da ev 74 roj in cenazeyê wî tê astengkirin, Ersîn Umut Guler jî der barê wergirtina cenazeye Azîz Guler de axivî û got, daxwaznameya wan hatiye redkirin.

Hunermend Pinar Aydinlar jî destnîşan kir ku gelek şahidên kuştina Ortakaya hene û got "Kader di pevçûnê de na, ji aliyê leşkeran ve hate kuştin. Yên cenazeyê Azîz nadin, yên Kader Ortakaya û Dîlek Dogan qetil kirin heman kes in."

Di daxuyaniya hevpar a hate xwendin de daxwaz hate kirin ku kujerên Ortakaya werin darizandin.

...