Rûsya 4’ê Mijdarê Roja Yekîtiya Gelan a li şûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya Sosyalîst wek cejn hat îlankirin pîroz kir.
ANF
MOSKOWA
çarşem, 4 sermawezê 2015, 15:24
Rûsya 4’ê Mijdarê Roja Yekîtiya Gelan a li şûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya Sosyalîst wek cejn hat îlankirin pîroz kir.
4’ê Mijdarê îro li welêt betlaneya fermî ye. Ji bo bîranîna di pêvajoyeke pevçûnên desthilatdariyê de bi raperîna sala 1612’ an rizgarkirina Moskowa ya ji Polonyayê tê pîrozkirin.
Bi tevlîbûna gelên li Federasyona Rûsyayê li paytext Moskowa ji qada Tverskaya heta qada Sor meşeke berfireh hate lidarxistin. Di meşa saet 10:00’an hat destpêkirin gel bi al û kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn. Gelê Kurd jî bi alên KCK’ê û kincên neteweuî tevlî bûn, gel li ber dahol û zirneyê govend gerandin.