ROJANE
Hemû Nûçe
-
Biryara DDB hat binpêkirin û parêznameyên Ocalan dîsa hatin qedexekirin
Parêznameya bergê 5. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk", tevî hukmê DDB ê betalkirina biryara berhevkirinê, careke din ji aliyê 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê ve hat qedexekirin. -
Polîs Denîz G. ê ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' dihat darizandin, hat girtin!
Polîs Denîz G. ê di doza Emrah Demîr de ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' dihat darizandin, piştî salekê hat girtin. -
Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin? -2
Akademîsyenan li dijî faşîzma AKP'ê, qezenckirina desteka xizanan, dagirtina naveroka xwerêveberiyan, afirandina civaka demokratîk û avakirina rêveberiyên ji navenda kedê pêşniyar kirin. -
Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesap bipirsin!
Di meha yekemîn a komkujiya Enqereyê de Hêzên Demokrasiyê yên hatin gel hev, bi çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasaray 102 şehîdên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Holê topên bi jehr bikar anîn
Çeteyên DAIŞ’ê yên li hember HSD’ê derbên giran xwarin, li Holê bi topên jehrî êrîşî çeperên HSD’ê kirin. Şervanên HSD’ê li hember êrîşên çeteyan tedbîrên xwe girtibûn, ti ziyan nedîtin. -
Stenbol DEM-GENÇ, ji bo xwedîderketina li Farqînê banga derketina qadan kir
Koordînasyona Stenbol DEM-GENÇ, bang li her kesî kir ku ji bo piştgiriya bi berxwedana re Farqînê derkevin qadan. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di encama operasyona hêzên wan a li dijî çeteyan de 2 ji wan serçete bi giştî 4 çete hatine kuştin. -
Hiqûqnas diçin piştgiriya gelê Farqînê
Platforma Hiqûqa Demokratîk ji bo piştgiriya gelê Farqînê wê roja Înê li navçeyê be. Platformê got: “Em bang li tevahî hiqûqnasên hestyar dikin piştgiriyê bidin vê berxwedanê û tevlî me bibin.” -
Polîsan li Îzmîrê êrîşî çalakiya ‘Farqînê’ kirin: Nêzî 20 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê polîsan êrîş birin ser çalakiya piştevaniya Farqînê ya ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin. Nêzî 20 kes hatin binçavkirin. -
Gelê Farqînê: Em bi rojan e tên qetilkirin, lê em serî natewînin
Li Farqîna qedexeya derketina kolanan ketiye roja 8’an êrîşên hêzên dewletê didomin. Farqîniyan gotin ku wê ti carî serî li hember zilma AKP’ê netewînin û banga xwedîderkertina li berxwedanê kirin. -
Heyeta Îmraliyê hişyarî da AKP'ê: Rêya hûn tê de dimeşin rêya kaos û şer e
Ji Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin. -
Ji KCD-E banga li hemberî komkujiyên AKP’ê em çalakiyan pêş bixin
KCD-E, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê banga pêşxistina têkoşînê kir. KCD-E ku bang li gelê Ewropayê kir xwest piştevaniya berxwedana li Farqîn û giştî li Bakurê Kurdistanê bê kirin. -
“Em cenazeyê Azîz Guler dixwazin, em ê werbigirin”
Ji bo Azîz Guler ê 50 roj in cenazeyê wî nadin malbatê li pêşiya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçe Stenbol komekê çalakî li dar xist, rê li çûn û hatinê girt û pankart vekir. -
Tirkiyeyê fuze ji çeteyên El Nûsra re şand
Dewleta Tirk di dema dawî de desteka xwe ya ji bo çeteyên li Sûriyeyê zêde dike. Herî dawî ji kampa Atmê ya li ser sînorê Efrînê, çek û cebilxane radestî çeteyên El Nûsra kir. -
Aşût ê bi guleya polîsan birîndar bû, rakirin Edeneyê
Rafet Aşût ê li Cizîrê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrovayê. -
Gelo her du bombevanên zindî yên li Pirsûsê heman wêne bi kar anîn?
Wêneyê nasnameya li ser Abdullah Omer Arslan derket û wêneyê nasnameya bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz ê servîsî çapemeniyê hatin kirin, ji ber ku gelekî dişibin hev, gumana 'gelo her du bombevanên zindî heman wêne bi kar anîn?' derket holê. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek binçavî, 1 girtin
Li Edeneyê ku kesek hat girtin li Îzmîrê 3 û li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin. -
Rapora PE ya li ser Tirkiyeyê: Divê hevdîtinên bi PKK'ê re ji nû ve destpê bikin
Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya li ser pêşketina Tirkiyeyê bi derengî aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin, ku azadiya ramanê li Tirkiyeyê bêhtir qels bûye. -
Tûncel: Ji bo dengê Ocalan bê bihîstin, tecrîdê rakin
Sebahat Tûncel diyar kir ku nûçeyên li ser navê Ocalan tên weşandin, nîşaneya tengezariyê ne û got, "Eger pêwîstiya dewletê bi nêrînên Ocalan heye, hingî ya divê were kirin ne manîpulasyon e. Bila dengê Ocalan bide bihîstin." -
Endamên KJA ber bi Farqînê ve bi rê ketin
Heyeta jinan a di pêşengiya hevparên KJA yên Amedê de hatin gel hev, ber bi Farqînê ve ketin rê. -
Li Dêrsimê gelek xwendekar hatin binçavkirin
Li Dêrsimê serê sibehê polîsan bi ser mal û DO-DER'ê de girtin gelek xwendekar hatin binçavkirin. -
Du bûyer du şîrove - Rêşad Sorgul
Dema em li dewrûbera xwe temaşe dikin, pir tişt hene ku bala me dikişînin û mirov dixwaze qala wan bike. Lê carna ji xemsarî û carna jî ji ber hin sedemên din em wan paşguh dikin. -
Gunay: Pêvajoya komployê, pêkanîna 17 salan jî diyar kir
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay got, "Pêvajoya komployê, pêkanînên 17 salan ên li Îmraliyê jî diyar kir. Destpêk û dawî, pêvajoya navberê hemû li ser vî mantiqî hatin diyarkirin." -
Scheffer: Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst alternatîfa yekane ye
Endama Heyeta Swîsreyê ya ji bo çavdêriyê çû Şirnexê Sûssane Scheffer destnîşan kir, ku Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst yekane tevgera alternatîf e. -
Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin?
Siyasetmedarên HDP, ESP, ODP û CHP'ê li dijî faşîzma AKP'ê yekîtî pêşniyar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku divê ev yekîtî bi mûxalefeteke tund were afirandin.