HDP: Em ê nehêlin ku kujer mafdar bên nîşandan!

HDP'ê li ser 'Doza JÎTEM a Cizîrê' ku wê di 5'ê Mijdarê de li Eskîşehîrê were dîtin, daxuyaniyek da.

HDP'ê li ser 'Doza JÎTEM a Cizîrê' ku wê di 5'ê Mijdarê de li Eskîşehîrê were dîtin, daxuyaniyek da.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, li ser 'Doza JÎTEM a Cizîrê' daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di doza kuştina 21 kesan a navbera salên 1993-95'an de, ku di nava raya giştî de weke 'Doza JÎTEM a Cizîrê' tê naskirin, serheng Cemal Temîzoz û gelek bersûc tên darizandin.

Rûniştina biryardayînê ya li ser dozê, wê di 5'ê Mijdara li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê bê dîtin.

Beştaş diyar kir ku doza di sala 2009'an de li Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê hat destpêkirin, piştî 5 salan bêyî sedemek şênber hebe, sewqî bajarê Eskîşehîrê hatiye kirin.

Beştaş ragihand ku darizandin weke darizandineke rasteqîn nameşe û bibîr xist ku hemû dozên heta roja îro hatine veguhastin, bi beraatê bi dawî bûne. Beştaş da zanîn ku bi vî rengî re darizandin tên qedandin û mîna dosyayên bi heman rengî, bi biryarên ku wijdana civakî û edaletê ji holê radike, darizandin bi dawî dibin.

Beştaş diyar kir ku doza Cemal Temîzoz û bersûcên JÎTEM'ê, di şexsê wan de doza darizandina sûcên li dijî mirovahiyê ye û anî ziman ku yên van cînayetan mafdar nîşan didin, ne tenê kujeran û çeteyan mafdar nîşan didin, di heman demê de dibin hevparê van cînayetan. Beştaş ragihand ku ew ê bi têkoşîna xwe re nehêlin kujer mafdar werin nîşandan.

Beştaş banga hişyariyê li raya giştî ya demokratîk kir û banga tevlîbûna li rûniştina dozê ya saet 09:30 a li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîr ya roja 5'ê Mijdarê li her kesî kir.