Li Munîhê bang li hikûmeta Fransî hat kirin: Qatilan aşkera bike
Li Munîhê ji bo jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê hatibûn qetilkirin, edalet hat xwestin.
Li Munîhê ji bo jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê hatibûn qetilkirin, edalet hat xwestin.
Li Munîhê ji bo jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê hatibûn qetilkirin, edalet hat xwestin.
Li bajarê Elmanya, Munihê çalakiya edaletê ji bo jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara, Meclîsa Jinên Kurd a Munîh û YXK Munîh hat organîzekirin, li pêşiya Konsolosxaneya Fransî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku kesên her sê jinên şoreşger qetil kirine bên aşkerakirin. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin rakirin û belavokên Elmanî hatin xwendin.