ROJANE
Hemû Nûçe
-
Scheffer: Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst alternatîfa yekane ye
Endama Heyeta Swîsreyê ya ji bo çavdêriyê çû Şirnexê Sûssane Scheffer destnîşan kir, ku Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst yekane tevgera alternatîf e. -
Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin?
Siyasetmedarên HDP, ESP, ODP û CHP'ê li dijî faşîzma AKP'ê yekîtî pêşniyar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku divê ev yekîtî bi mûxalefeteke tund were afirandin. -
Bi armanca protestokirina komkujiya li Farqînê li Stockholmê çalakî
Komeke çalakvan ên li paytexta Swêd Stockholmê hatin gel hev bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Farqînê pêk tîne li gara navendî çalakiyek li dar xistin. -
Floransa wê piştgiriyê bide ji nû ve avakirina Navenda Çandê ya Kobanê
Şaredarê Bajarê Floransa yê Îtalya Darîo Nardella, ragihand ku wê piştgiriyê bidin ji nû ve avakirina Navenda Çandê ya Kobanê ya di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibû xerakirin. -
Li Kerboranê helîkopter herêmê rasterast bombe dikin
Li hemberî kulubeyên nobetê yên leşker û cerdevanan yên li ser rêya di navbera Bendava Ilisû û navçeya Kerboran a Mêrdînê de çalakiya bi roketan hate lidarxistin. -
Girtina dibistanên Kurdî hat protestokirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê girtina dibistana Kurdî ya bi navê Ferhat Kûrtay hatibû vekirin bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin. -
Di doza Anter de dîsa encam tine ye
Di 5'emîn rûniştina doza qetilkirina Musa Anter a li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Enqereyê de jî ti encameke berbiçav derneket. Daxwaza ji nû ve guhdarkirina şahidan û girtina bersûcên negirtî ya parêzerên malbata Anter hate redkirin. -
Malbatên şehîdan li Bonnê hatin gel hev
Malbatên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd ketine li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin gel hev. -
HDP: Li Mersînê wekîltiya me ya duyemîn tê xespkirin
Li Mersînê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de AKP û CHP 4, MHP 2, HDP parlamenterek derxist. -
Şehîdên Pirsûsê li Stûttgartê hatin bîranîn
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê, çalakiyek lidar xist. -
Parlamentera Goran Elî: Li dijî tecrîdê em têkoşîna hevpar pêş bixin
Parlamentera Goran Elî got: "Dewleta Tirk ji ber ji fikrên Birêz Ocalan ditirse bi mehane tecrîdê pêk tîne.” Elî bang li her kesî kir ku li hember tecrîdê û êrîşên li dijî gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan bidin. -
Rûniştina destpêkê ya Tahîr Elçî di 19'ê Nîsanê de ye
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî parêzer Elçî ji ber gotina 'PKK ne rêxistina terorê ye' hat vekirin, wê di 19'ê Nîsanê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê were dîtin. -
Kongreya HDP’ê meha Çile kom dibe
HDP’a wê meha Kanûnê konferansê li dar bixe, plan dike ku 17’ê Çileyê kongreya xwe li dar bixe. -
Doza Ocalan a li Atînayê ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin / HAT NÛKIRIN
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî Yewnanîstanê, ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve di sala 2008'an de ji ber komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, îro pêk hat. -
Doza Ocalan a li Atînayê ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî Yewnanîstanê, ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve di sala 2008'an de ji ber komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, îro pêk hat. -
Li Serêkaniyê hejmara girtiyan gihîşt 8 kesan
Li navçeya Riha Serêkaniyê, ji 7 kesên berî 4 rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin Azîz Dûrsûn, Mûrat Kiliç, Mehmet Ortakçier û Orhan Bûlût ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Anter: Kujerên Apê Mûsa diyar in!
Rûniştina doza qetilkirina Nivîskarê Kurd Mûsa Anter ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin, wê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Dîcle Anter beriya dozê axivî û diyar kir ku kujerên Apê Mûsa diyar in. -
CPFE nûçeya AINA ya li ser îdîayên li dijî YPG'ê derewandin
Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewropayê (CPFE) nûçeya Ajansa Nûçeyan a Asûrî ya Navneteweyî (AINA) ya li ser îdîayên li dijî YPG'ê derewandin. -
Terora dewletê ya li Kurdistanê li Stenbolê hat protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li Farqîn û tevayî Kurdistanê protesto kir. -
Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan giran dibe
Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan 8 sal e di Zîndana Xoy a li Rojhilatê Kurdistanê de girtiye tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. -
Li Farqînê tankek hat derbkirin
Li navçeya Farqînê ku 6 roj in kolan li welatiyan hatine qedexekirin, tankek hat derbkirin. -
YPG: Arteşa Tirk êrîşî çeperên me dike
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên li hember Rojava didomîne û vê sibehê jî êrîşî çeperên YPG’ê yên li Girê Spî kiriye. -
Nasnameya 4 şervanan hat aşkerakirin
Nasnameya 4 ‘şehîdên’ YPG’ê yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk di operasyona herêma Holê de jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin. -
Zarokekî karker jiyana xwe ji dest da
Li Enqereyê zarokê bi navê Bunyamîn Bûyûn ê di avahiyê de dixebitî bi elektrîkê ve ma, jiyana xwe ji dest da. -
Gelê Wane wê sibe ji bo ‘Ocalan’ bimeşe
Ji ber doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sibe li Atînayê pêk tê, gelê Wanê wê sibe derkeve qadan û komployê protesto bike.