ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Başûrê Kurdistanê şîdeta li hember jinan zêde bû
Komîsyona Mafê Mirovan a Başûrê Kurdistanê bîlançoya 6 mehan a şîdeta li hember jinan aşkera kir. -
Ji Yuksekdag banga têkoşîna hevpar
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Tirkiyeyê pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û bi civîna ku ew pêk tînin, ji bo pêvajoyek nû HDP jî amadekariyan dike. -
Li Alessandrîayê civîna li ser Rojava
Li bajarê Îtalya Alessandrîayê civînek li ser Rojava hat lidarxistin. -
FAU: Di êrîşan de sivîl hedef hatin girtin
Weqfa Mîmaran a Lezgîn (FAU), tevî şaredarên endamên GABB'ê, zerara ku êrîşên dewleta Tirk dane Amed, Farqîn û Cizîrê, li cih lêkolîn kir. -
Ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar Ozdeş li Stockholmê hat bîranîn
Yek ji jinên pêşeng ên Tevgera 68'an û ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar a ku di 20'ê Cotmehê de ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê ku bi qasî bîst û pênc salan lê jiya, hat bîranîn. -
Aykol: Zîhniyeta sansûrker wê nikaribe bi me
Hevberpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol destnîşan kir ku ew ê li dijî dîkta qesrê serî netewînin. -
Baskên Til Berak û Hesekê gihiştin hevdu û ber bi Holê ve diçin
Baskên Til Berak û Hesekê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin, gihîştin hev. -
‘Ji cihê ku Kader Ortakaya hişt wê têkoşîn bidome’
Endamên TOPG’ê û hêzên demokrasiyê ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Kadikoy meşeke bîranînê pêk anîn. -
‘Em ê bi pêngavên rêxistinî bersivê bidin êrîşan’
Civîna nirxandina encamên hilbijartinê ya Hevserokên Bajêr ên HDP’ê bi dawî bû. -
Terqerêya Şeddadê û du gund hatin rizgarkirin
Hêzên HSD’ê yên ber bi xeta Hesekê ve pêşve diçin di saetên şevê de terqerêya diçe Şeddadê û du gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Leşkerên Tirk êrîşî “Şehîdgeha Şêx Seîd” kirin
Leşkerên li çoltera Taxa Pîrêjman a navçeya Pîranê derketin operasyonê Şehîdgeha Şêx Saîd a gorên gerîlayên PKK'ê lê hene, gor, mizgeft û mêvanxane xera kirin. -
Berxwedana li Geverê didome
Li Geverê tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin Taxa Cumhuriyetê bi xweparastina gel hatin qewirandin. -
Komîsyona Karên Derve ya KNK’ê civiya
Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê bi beşdariya hemû endam û nûnerên partî û rêxistinên Kurd li hev civiya. -
Dogrû yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Ferhat Dogrû yê li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîs û tîmên taybet de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin. -
Di topbarana çeteyan de du sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanê êrîşî gundê Til Eranê dikin. Di êrîşên dawî de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Farqînê 23 kes hatin binçavkirin
Li Farqînê, ku pêkanînên rewşa awarte hene, polîsên Tirk êrîşî welatiyên li dijî komkujiyan dadikevin kolanan dikin. 23 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Li Sûrê pevçûnên dijwar diqewimin
Li navçeya Amed Sûrê, şer û pevçûnên ji ber êrîşên polîsên Tirk destpê kirin, bi tundî dewam dikin. -
Balûken: Weşandina nûçeyên li ser navê Ocalan bê exlaqî ye
Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken tevî ku ti hevdîtin tine ye weşandina nûçeyên li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "bê exlaqî" bi nav kir. -
Heyeta Başûrê Kurdistanê çû Bexda
Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ji bo hevdîtinan çû Bexda. -
Li Farqînê kesek bi giranî birîndar bû
Li Farqînê ku pêkanînên rewşa awarte heye, esnafê bi navê Adnan Bakir, ji ber guleya bombegavê ya hêzên dewletê bi giranî birîndar bû. -
Genç: AKP bi gefa şer û kaosê bû desthilatdar
Rêvebera SAMER'ê Yuksel Genç bal kişand ser sedemên çûyîna dengan ji AKP'ê re û destnîşan kir, ku sedema herî bingehîn tirsa şer û kaosê ye, ku AKP'ê di nava civakê de afirand. -
Qedexeya li Pîranê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya li taxên navçeya Amed Pîranê hat rakirin. -
Polîsên Tirk êrîşî taxa Fîskaya dikin
Tîmên tevgera taybet danê vê sibehê êrîşî êrîşî taxa Fîskaya kirin. Gel li hemberî êrîşê daket kolanan. -
'Biryara beraetkirina endamê JÎTEM'ê Temîzoz, ne dûrî vîna AKP'ê ye'
Sariyildiz nerazîbûn nîşanî biryara beraetkirina Temîzoz da û got, "Ti baweriya gelê me bi hikûmeta AKP'ê û dadgeriya di bin fermana wê de ye, nemaye." -
Meclîsa gel malbata Gallagher ê YPG'yî ziyaret kir
Meclîsa Gel a Toronto, malbata şervanê YPG'ê John Gallagher ê Kanadayî ziyaret kir. Hevserokê Meclîsa Gel Îhsan Kaya, agahiyên li ser şehadeta Gallagher ên ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG'ê ve hat şandin, bi malperê re parve kir.