CÎK’ê têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand got; “Aliyê Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan di pozîsyona agirbestê de ye. Pêwîst e dewlet jî bê şert û merc bersivê bide agirbestê û di serî de mafê ku gelê me xwe bi xwe bi rê ve bibe, ji bo her cure mafê xwe bixe bin garantiyê em bang li Mislimanên dirûst, kesên xwedî wijdan û yên edaletê dixwazin dikin ku bibin yek.”
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) a daxuyaniyek nivîskî weşand got, “Me hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Anatolyayê li pey xwe hiştin. Gelê me tevî hemû bê edaletî, komkujî û berevajîkirina rastiyan bend derbas kir, mafê kirina siyasetê bi dest xist. Ev dewleta ceberût a bi salan e hemû mafên mirovî yên gelê me û Îslamî xesp dike ji bilî xwîn û rondikan tiştek nedaye gelê me.”
CÎK'ê destnîşan kir ku hilbijartin di bin şertên bê edalet de derbasbûye û her roj Kemalîstên kesk, bi rih û cubbe kuştina Kurdan didomîne. CÎK'ê bi bîr xist ku têkoşîna neteweya Kurd ku ji bo mafên gelê Kurd têdikoşe û pêkhateyên wê ji aliyê van ên bi rih, cubbe û zalimên bi destmêj ve wek derveyî olê tên nîşandan.
CÎK’ê wiha got: “Em wek Civaka Îslamiya Kurdistan ji tevahî zalim û fasikên xwe di pişt Îslamê de vedişêrin re vê dibêjin: ji her dilopek xwîna dirêje, ji her qirûşek pereyê tê dizîn, ji her îftirayê, di bin nêrîna Xwedê de hûn ê berpirs bin.” CÎK'ê destnîşan kir ku bi alastina beroşên mûktedîran nûnertiya Îslamiyetê nayê kirin. CÎK'ê bi bîr xist ku alîgirtiya dizan, qatilan, bêbextan, ên heq berevajî dikin, zaliman dijbertiya Îslam û Quranê ye. CÎK'ê wiha berdewam kir: “Em wek Civaka Îslamiya Kurdistan tevahî aliyan dawetî aştiyek adil dikin. Aliyê Kurd, tevî giştî zehmetiyan jî di pozîsyona agirbesê de ye. Ji bo dewlet bê ku ti şertan deyne holê bersivê bide agirbestê û di serî de mafê xwerêveberiya gelê me îade bike, ji bo tevahî mafan misoger bike, em bang li tevahî Mislimanan, kesên bi wijdan û edaletê dixwazin dikin ku bibin yek.”
Em ji kesên ku hilbijartin di bin şertên ne adil de çêkirine re dibêjin. Wê rojekê heq û edalet ji bo we jî pêwîst bibe. Em bang li tevahî Mislimanan dikin ku di serî de pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ya bûye kangren bi hakimtiya Quranê bê çareserkirin. Kesên ku hakimtiya Quranê qebûl nakin, derveyî olê ne. Kesên berpirsê xwîna tê rijandin jî em dubare dikin ku kesên ji van bangan re guhên xwe digirin.”