Demîrtaş: Ne li cihên xendekan, li herêmên rojava dengên me kêm bûn

Demîrtaş da xuyakirin ku dengê wan ne li Kurdistanê, li rojavayê Tirkiyeyê kêm bûne. Demîrtaş diyar kir ku helwesta wan a li ser mijara Serokatiyê bi heman rengî ye û amadekirina Destûra Bingehîn a nû kir.

Demîrtaş da xuyakirin ku dengê wan ne li Kurdistanê, li rojavayê Tirkiyeyê kêm bûne. Demîrtaş diyar kir ku helwesta wan a li ser mijara Serokatiyê bi heman rengî ye û amadekirina Destûra Bingehîn a nû kir.

Hevseroka Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser "Pêvajoya Çareseriyê" û nîqaşên Serokatiyê daxuyaniyek da.

Demîrtaş got, "Pêwîstiya Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn a nû heye. Şaş e ku ev nîqaş li ser sîstema Serokatiyê bê meşandin. Bi sîstema parlamenteriya demokratîk a hatiye xurtkirin re, em rêveberiya xwecihî ya hatiye xurtkirin dixwazin. Di mijara nîqaşên li ser Serokatiyê de jî, tiştekî ku helwesta me biguherîne, nîne."

'HILBIJÊRÊN HDP'Ê NEÇÛN SER SINDOQAN'

Demîrtaş got, "Divê parlament mijara pêvajoya çareseriyê bixe rojeva xwe" û ev nirxandin kir: "Em, atmosfereke ku çek bi temamî ji navberê hatiye derxistin, dixwazin. Bêguman partî di hilbijartinan de ketin bin bandora rewşa şer û pevçûnan. Lê belê me ne li cihên xendekan, li rojavayê Tirkiyeyê deng kêm kir. Li gorî tespîtên me, hilbijêrên HDP'ê neçûn ser sindoqan. Di mijara pêvajoya çareseriyê de divê CHP bi însiyatîf rabe."