Kadroyên pêşeng ên PKK’ê li Atînayê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Atînayê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Atînayê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn li paytexta Atîna Yewnanistanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Li cihê bîranînê wêneyê Rêber Apo, Kaytan û Altûn hatin danîn. Di bîranînê de bêyî naveber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û sînevîzon hat pêşandan.
Li ser navê DKTM’ê Îsmet Akkurt axivî û got: “Rola dîrokî ya her du hevrêyên ku di xeta Rêber Apo û şoreşê de heta dawiya jiyana xwe meşiyan û barê giran ê ku wan hildan, êdî li ser milên me hemûyan e. Em diyar dikin ku ji bo ku em vî barê bi layiqî hilgirin, soz didin şehîdên xwe tişta ji destê me were em ê bikin û têkoşînê bilind bikin.”
‘SOZA ME JI BO WAN SERKEFTINE’
Di bîranînê de daxuyaniya Platforma Yekîtiya Çalakyan a Yewnanistanê hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wê soza me ji bo şehîdên me soza serkeftinê be.”
Berdevka Meclîsa Jinê Esîn Çelîk jî peyama Rêber Apo ya ji bo şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şandîbû xwend.