''Engîn dema ji bo zarokên xwe diçû nan hat qetilkirin''
Fatma Sîmbag a li Farqînê bû şahidê qetilkirina Engîn Gezîcî û meta wî Îsmet Gezî yên di qedexeya derketina kolanan de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivî.
Fatma Sîmbag a li Farqînê bû şahidê qetilkirina Engîn Gezîcî û meta wî Îsmet Gezî yên di qedexeya derketina kolanan de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivî.
Fatma Sîmbag a li Farqînê bû şahidê qetilkirina Engîn Gezîcî û meta wî Îsmet Gezî yên di qedexeya derketina kolanan de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivî.
Sîmbag diyar kir ku Engîn Gezîcî dema ji bo nan ji zarokên xwe re bîne ji malê derket ji aliyê polîsan ve hat hedefgirtin û meta wî Îsmet Gezîcî ya xwest ji Engîn biparêze hat gulebarankirin.
Sîmbag anî ziman ku sekvanên li her serê koşeyekê bi cih bûne bê ku bêjin jin û zarok her kesî gulebaran dikin û got: “Êdî ji zilma AKP’ê re bes e.”
'JI BO NAN DERKET'
Sîmbag ew kêlî wiha vegotin: ''Engîn Gezîcî, bavê 3 zarokan bû, ji ber li malê nan nînbû wê çûba bakal nan anîba. Dikan pir nêzî malê bû. Çawa ji malê derket bû hedefa sekvanan. Engîn ket erdê, dema Engîn ket erdê ji bo mudaxeleyê me berê xwe da wir. Wê demê em jî gulebaran kirin. Li ser vê meta wî beziya hewl da ji bikişîne da ku guleyên din lê nekevin. Lê dema nikaribû wî ber bi malê ve bikişîbe xwe avêt ser, xwest wî biparêze. Li ser vê guleyek lê ket.”
Sîmbag diyar kir ku dema dengê çekan qut bû çûn gel Engîn û meta wî û wiha dewam kir: “Engîn li wir jiyana xwe ji dest da. Meta wî Îsmet jî birîndar bibû. Ji ber meta wî birîndar bû me xwest em ji taxê derxin. Lê ji ber li ser her avahiyê sekvan hebûn, ketin û derketina kolanan ji aliyê dewletê ve hatibûn qedexekirin me nikarîbû em Îsmet bi rêyên asayî ji taxê derxin. Bi alîkariya jinên li cihê bûyerê me ew hilgirt li ser banan di derenceyan de em hilkişyan û daketin di kolanan de em neçar man derxin.”
'AKP GELÊ SIVÎL QETIL DIKE'
Sîmbag destnîşan kir ku Îsmet Gezîcî tenê ji bo biraziyê xwe ji mirinê xelas bike bû hedefa polîsan û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: ''Ma edalet ev e? Ma nabînin ku jineke sivîl e? Ma ew jî terorîst e? AKP bi tank û topên xwe gelê sivîl qetil dike. Dibêjin hodrî meydan. Ma ji gelê xwe re jî dibêjin hodrî meydan? Eger dibêjin hodrî meydan, bila derkevin çiyê û bi gerîlayan re şer bikin, eger karibin şer bikin.”
'SEKVAN BÊ KU BÊJIN JIN, ZAROK ÎNFAZAN DIKIN’
Sîmbag diyar kir ku li her serê koşeyekê sekvan hene û got: “Em nikarin biçin bakal jî. Dema em derdikevin bê ku bêjin jin, mêr, zarok li me didin. Piştî li mirovan didin dibêjin, gerîla ne. Gerîla li ku derê ne? Her kesê li vir sivîl in. Sivîlan dikujin. Muslumê li Taxa Ferîdûn jî kuştin, Sertîp ê li Taxa Mescît jî kuştin sivîl in.”
‘DEWLET TERORÊ PÊK TÎNE'
Sîmbag wiha dewam kir: ''Çar aliyê me bi top û tankan dorpêç kiriye. Ev çend roj in elektrîk, av, înternet û telefon qut kirine. Ka edalet? Zarokên me dikujin dibêjin terorîst in. Ciwanên me dikujin dibêjin terorîst. Mirovên me yên 50 salî dikujin dibêjin terorîst. Mirovên me yên 70 salî qetil kirin dibêjin terorîst. Em nikarin derkevin hewşa xwe. Ji ber elektrîk nîne em agir pê dixin xarin û nanê xwe çêdikin. Çawa agir û dûmanê ferq dikin dest bi gulebaranê dikin.”
Sîmbag bi gotina: “Ya vê zilmê dike AKP û dewlet e yan terorîst in?” nerazîbûna xwe nîşan da û herî dawî got: “'AKP bi tişta kir jixwe em kuştin. Ji vê wêdetir mirin heye, çi dibe bila bibe em ê serî ji AKP û dewletê re nedeynin û em ê li ber xwe bidin.”