BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li Kobanê hatin bibîranîn.

Xelkê Kantona Firatê Şehîdên Meha Gulanê û Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Hakî Karer li eywana Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi bîr anîn. Li cihê bîranînê wêneyê Rêber Apo û qadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin danîn. Dayikên gerîla bi cil û bergên xwe yên neteweyî, wêneyên Rêber Apo û Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hildan.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Dû re endamê Lijneya Lihevhatin ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Îsmet Şêxo axivî û got: “Em ewilî şehîd Hakî Karer, Xelîl Çavgun, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmûd Zengîn û Aşref Anyik bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Yek ji şahidên berxwedana zindana Amedê Hesen Karaxolan jî axivî û behsa çîroka têkoşîn û berxwedanê zindana Amedê kir.

Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.