ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan bi şev avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên li Serêkaniyê
Li navçeya Riha Serêkaniyê, polîsên tevgera taybet tevî dozger, nîvê şevê bi îdîaya 'çek lê heye' avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê. -
Malbata Hesen: Bota em lê siwar kirin, binav kirin
Malbata Hesen, ku ket nava lepên bazirganên mirovan û di dema 'rêwîtiya ber bi hêviyê' de bota wan hat binavkirin û bi saetan tevî zarokên xwe di nava deryayê de ma, cara duyemîn neçar ma bi rêya qaçaxçiyên qet jê bawer nakin, bikeve ser rê. -
3 gund û 3 gundik hatin azadkirin
HSD’ê 3 gund û 3 gundik azad kirin. 3 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi wesayîtên bombebarkirî jî bêyî bigihêjin hedefên xwe ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin bêbandorkirin. -
Di protestoya YOK’ê ya Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê polîsan êrîş birin ser rêxistinên ciwanan ên YOK protesto dikirin, nêzî 30 kes binçav kirin. -
Polîsan êrîşî protestoya YOK’ê kirin
Li Stenbolê polîsan êrîş birin ser xwendekarên ku salvegera damezrandina YOK’ê protesto dikirin. Polîsan xwendekarên xwestin ji Kampusa Zanîngeha Stenbolê ber bi deriyê zanîngehê ve biçin dorpêç kirin, bi dehan ciwan bi lêdanê binçavkirin. -
Îdîanameya der barê Elçî de hat qebûlkirin
Îdîanameya der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de ya bi îdîaya, "propagandaya rêxistinê kiriye” û 7.5 sal ceza jê re tê xwestin hat qebûlkirin. -
Xwendekaran perwerdeya wekhev, bê pere û zanistî xwestin
34. salvegera damezrandina Saziya Perwerdeyê ya Bilind (YOK)’ê li gelek navendan hat protestokirin. Xwendekaran daxwaza perwerdeya wekhev, bê pere, zanistî û bi zimanê dayikê kirin. -
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir: Divê bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir Rûdaw derewand û got: “Ti daxuyaniyeke min a têkildarî HPG li Şengalê nayê xwestin çênabûye.” Xidir xwest bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê. -
Protestoyên YOK'ê yên li Stenbol û Antalyayê rastî êrîşa polîsan hatin
Li Zanîngeha Stenbolê, xwendekarên ji bo şermezarkirina YOK'ê civiyan, rastî êrîşa polîsan a bi ço, bombeyên gazê û mertalan hatin. Gelek xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin. -
Alî Kenanoglû: Elewiyan a rast kir, me ya rast kir
Namzetê Parlamenteriyê HDP’ê yê Herêma 3. a Stenbolê Alî Kenanoglû yê ji ANF’ê re axivî diyar kir li herêma wî hejmara dengên wekîl derxin 2400 bû piştî îtîrazan hejmar daket 700’î. -
Xebatkarên çapemeniya azad: Em sûcê ramanê red dikin
Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê û nûçegihanê DÎHA'yê Hayrî Demîr ên bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" der barê wan de lêpirsîn hate vekirin li dozgeriyê îfade dan. -
Parêzer Elçî: AKP'ê tîma 'Torosên Spî' mafdar nîşan da
Serokê Baroya Amedê Elçî nerazîbûn nîşanî biryara beraatê ya doza ji ber qetilkirina 21 kesan da û got, "AKP'ê tîma Torosên Spî mafdar nîşan da". Prz. Elçî diyar kir ku biryar di çarçoveya konsepta dema nû ya desthilatdariyê de hatiye dayîn. -
Bûldan: Hêzên demokrasiyê xwedî li pêvajoya bêçalakîtiyê derneketin
Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan biryara ku KCK’ê bêçalaktî bi dawî kiriye ji ANF’ê re nirxand. -
Polîsan li Wanê êrîşî konê sersaxiyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG'ê Azad Guney ê li Erdîşê kirin. Di vê êrîşê de polîsan gelek kirin binçavan û li gel û parlamenteran dan. -
Li Sûrê polîsan dest bi êrîşê kirin
Polîsên Tirk ên ji danê sibehê ve dor li Sûrê girtine, dest bi êrîşê kirin. -
HDP parlamentên herêman pêşniyar dike
HDP wê di dema nû de destûreke nû ya bingehîn û sivîl bike karê xwe yê sereke. Ji bo vê jî wê pêşnûmeya destûra bingehîn a 2011'an esas bigire. Di vê pêşnûmeyê de parlament û meclîsên herêmî jî cih digirin. -
Hewldanên Cîbûrî yên li Başûr bê encam man
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî, ji bo partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hev bicivin bi aliyan re hevdîtin kir, lê belê ti encam ji hevdîtinan derneket. -
Rojnamevan li Edliya Çaglayanê îfadeyê didin
Tevî nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundem û Rojnameya Demokratîk Ûlûs, rojnameyên bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê kirine" der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin, li Edliya Çaglayanê îfadeyê didin. -
Davûtoglû protesto kirin, bi 6 mehan hatin cezakirin
Li Mersînê, di doza li hemberî kesên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû protesto kirin hat vekirin de, li 2 kesan 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn. -
Desteka ji bo banga KCK'ê ya xurtkirina têkoşînê
Banga KCK'ê ya ji bo xurtkirina têkoşîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, destek wergirt. Seroka Giştî ya Halkevlerî diyar kir ku AKP wê şer dijwar bike û banga têkoşîna hevpar kir. -
9 kes li Mêrdînê hatin girtin
Li navçeyên Şemrex û Nisêbînê yên Mêrdînê di serdegirtinên malan de di nav wan de Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan jî ku heye 11 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 9 kes hatin girtin. -
Polîsan li Wanê bi bombeyên gazê êrîşî dibistanê kirin
Polîsan li Wanê bi bombeyên gazê êrîşî dibistana 1200 xwendekarên wê hene kirin û teror meşandin. Ji ber bombeyên gazê ketin polê dibistanê îzdihamê rû da gelek xwendekar bi tehlûkeya fetisandinê re rû bi rû man. -
Di doza JÎTEM’ê ya Cizîrê de Temîzoz û Atak beraet kirin
Der heqê Albay Cemal Temîzoz ê têkildarî înfazên salên 1990’an dihat darizandin de biryar hat dayîn. -
Temîzoz îdîa kir ku destûr nedaye provaya Kobanê ya salên 90’an
Rûniştina biryarê ya Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak ku wekî berpirsiyarên kuştinên li Cizîrê tên darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê berdewam kir. -
Hêzên HSD ber bi Um El-Hicêra ve diçin
Şervanên HSD’ê gundê Dawidiyê yê li başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û ber bi gundê Um Hicêra yê stratejîk ve pêşve diçin.