Li Sêrtê 'Rewşa Awarte' hat berfirehkirin
Li Sêrtê 4 herêmên din, di navbera 6-20'ê Mijdarê de weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' hatin îlankirin.
Li Sêrtê 4 herêmên din, di navbera 6-20'ê Mijdarê de weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' hatin îlankirin.
Walîtiya Sêrtê, 4 herêmên Rihê û Berwarî, ji bo 15 rojan weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir.
Di daxuyaniya walîtiyê ya li ser mijarê de hat gotin, " Herêma Çiravê ya navçeya Dihê, navbera taxa Akmeşe-Golgelîçeşme Tepe, Herêma Şeyhomer, navçeya Berwarî; navbera qereqolên Kopuçay-Doganca-Îgnelî-Dogan, navbera Kopruçay-qereqola Doganca ji 6'ê mijdarê heta 20'ê Mijdarê weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' hatine îlankirin."