Berdevkê HDP'ê: Em ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li ser mijara sîstema serokatiyê diyar kir ku ew li dû gotinên xwe ne û ew ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li ser mijara sîstema serokatiyê diyar kir ku ew li dû gotinên xwe ne û ew ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin.

Der barê nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê ya bi serenavê "HDP a ku beriya 7'ê Hezîranê got, 'Em ê te nekin serok' helwest guehrand: Em ê serokatiyê nîqaş bikin" der, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bersiv da prisên me.

Bîlgen got, "Di xebatên Destûra Bingehîn ên dema bihurî de me helwesteke çawa nîşan dabin, di kampanya hilbijartinê de li ser mijara serokatiyê me çi gotibin, em li dû wan helwest û gotinên xwe ne."

Bîlgen bibîr xist ku di Komîsyona Amadekariyê ya Destûra Bingehîn de HDP'ê helwestek ji bo nîqaşkirina her tiştî nîşan daye û got, "Di mijara modelên serokatî û hikûmetê de, me feraseta xwe ya demokratîk parast. CHP, MHP û AKP'ê xwe nedan ber nîqaşkirina pîvanên destpêkê. AKP'ê di sîstema serokatiyê de israr kir, CHP û MHP'ê nîqaşkirina vê jî qebûl nekir û bi vî rengî pêvajoya destûra bingehîn qediya. Berpirsyarê neçareserkirina pirsgirêka destûra bingehîn a Tirkiyeyê, ev siyaseta xwe ferz dike ye. Siyaseta ku li şûna bersivê bide daxwzên civakê, daxwaz û tirsên xwe esas digire, nikare pirsgirêkên bûne kangren çareser bike. Ji ber ku nayê çareserkirin jî Tirkiye bi destûra bingehîn a cihê şermê ye, dijî."

'PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI SÎSTEMA SEROKATIYÊ NÎNE'

Bîlgen diyar kir ku mijarên rêbazên çêkirina destûra bingehîn û naveroka destûra bingehîn tevlîhev hatine kirin û got, "Di rêbaza çêkirinê de, divê ti xeteke sor neyê destnîşankirin û ji bilî nirxên pîroz û gerdûnî divê em karibin her tiştî nîqaş bikin. Ji aliyê naverokê ve jî em dixwazin sîstemeke kontrolê ya hevsengiya hêzan û ji hev cihêtiya hêzan, hebe. Em ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin. Bi dîtina me, pêwîstiya Tirkiyeyê ne sîstema serokatiyê ye."

Bîlgen anî ziman ku sîstema serkoatiyê bi taybetî di sîstemên ku rêveberiyên herêmî lê ne xurtin de, meylên otorîteriyê xwedî dike û got, "Lê belê eger di destpêka pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de gotina 'sîstema serokatiyê nabe' bê ferzkirin, ev yek wê were wateya 'em tiştekî nîqaş nakin'. Ev yek wê pêşî li çêkirina destûra bingehîn bigire. Wê rewşa fîîlî ya îro bidomîne. Rewşa heyî ya fîîlî jî ji modela serokatiyê gelekî xerabtir e û nayê kontrolkirin. Ji ber vê yekê divê hemû partî ji xwe bawer bikin û pîvanên destpêkê yên destûra bingehîn jî di nav de karibin hemû modelan nîqaş bikin. Weke HDP em li dû pêşniyara xwe ya dema bihurî ne. Em bi israr in ku sîsemeke parlamenter a demokratîk a ji rêveberiyên herêmî yên xurt, ji bo Tirkiyeyê çêtir e."