Li Girtîgeha Rîzeyê zext û îşkence

Li Girtîgeha bi Tîpa L a Rîzeyê, zexta li girtiyên siyasî yên ku li dijî guhertina koxûşan derketin roja 9'ê Cotmehê rastî êrîşa gardiyan û leşkeran hatin, dewam dike.

Li Girtîgeha bi Tîpa L a Rîzeyê, zexta li girtiyên siyasî yên ku li dijî guhertina koxûşan derketin roja 9'ê Cotmehê rastî êrîşa gardiyan û leşkeran hatin, dewam dike.

Ji girtiyên rastî êrîşê hatin Mûrat Şîmşek bi rêya malbata xwe, bûyerên piştî êrîşê qewimîn bi raya giştî re parve kir.

Şîmşek diyar kir ku herçend di ser êrîşê re mehek derbas bûye jî, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hînê dewam dikin û ji ber êrîşê bi zehmetî dimeşe. Şîmşek anî ziman ku di birin û anîna nexweşxaneyê de jî pirsgirêk dewam dikin.

Birayê Şîmşek Dozdar Sûat Şîmşek jî da xuyakirin ku ji ber prisgirêkên tenduristiyê ew ji jiyana wan bi guman in û da zanîn ku li girtîgeha 113 girtiyên siyasî hene û agahiya ku 40 jê hatine sirgûnkirin wergirtine. Şîmşek anî ziman ku ew ê li dozgeriyê giliyê êrîşkaran û yên berpirsyarê êrîşê ne bikin.