BI DÎMEN

Li Viyanayê kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin bibîranîn

Li paytexta Awistirya Viyanayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li paytexta Awistirya Viyanayê hatin bibîranîn. Salona bîranînê bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û şehîdan hate xemilandin. Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a “Ez mirov im” hate xwendin.

Piştre Siyasetmedar Hozan Botan axaftinek kir û wiha got: “Eger li xakên Kurdistanê berxwedanek çêbûye, bi saya fîlozofên wekî Alî Haydar Kaytan û şoreşgerên wêrek ên wekî Riza Altûn e. Ev şoreş bi têkoşîna wan mezin bû. Ew li pey destanekî ku dîrok pê hat nivîsandin, meşiyan û ev dîrok gelê Kurd derbas kir û veguherî dîroka hemû bindestan. Yên ku li pey heval Fûat, heval Riza, Hakî, Kemal û Hayrî çûn, bi vê dîrokê re hêviya azadiyê mezin kirin. Hevrêyên ku di pêvajoya herî zehmet de li gel Rêber Apo sekînin û hizrên wî nivîsandin, rûmeta mirovahiyê parastin. Hevrêyên me yên pêşeng ku vê îradeyê raber kirin, dema dîroka Kurdistanê nivîsandin di heman demê de ked û berxwedaniyekî mezin ji dîroka mirovahiyê re hiştin. Gelê me van hevrêyan ne tenê wekî du qehremanên şehîd; wekî afîrînerên pêşerojê dibînin. Em ê bidin pey şopa wan.”

Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan jî wiha got: “Em îro ji bo bîranîna du şervanên heqîqetê li vir in. Ew pêşengên mezin ên gelê Kurd û têkoşîna şoreşgerî ne. Em minetdarî we ne.”

Li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Avesta Ozgur Taş jî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî û wiha got: “Em îro ne tenê ji bo bîranîna du şoreşgeran, di heman demê de ji bo nîqaşkirina bê ka em ê çawa xeta wan a têkoşînê mezin bikin, li vê derê ne. Kaytan û Altûn di salên 1970’an de li dijî asîmîlasyonên înkar û îmhayê ji bo ku gelê Kurd li ser navê xwe biaxive, bihizire û birêxistin bibe bi fedakariyekî mezin bi rê ketin. Ev kadroyên ku di pêvajoya damezrandina PKK’ê de cih girtin, kevirên bingehîn ên paradîgmaya azadiyê ne.”

Di çalakiyê de Hevserokê DemKurdê Bavê Alî, Endamê Dîwana FEYKOM’ê Halîs Gimgim û li ser navê KOMA’ê Ahmet Zîrek jî axivîn û têkildarî têkoşînê nirxandin kirin. Peyamên ku ji aliyê MLKP, MLE û komên çep ên din hatin şandin, hatin xwendin.

Di dawiya bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana her du kadroyên pêşeng hate pêşandan. Herî dawî li ser navê FEDA’yê Pîr Huseyîn axivî, gulbang xwend û loqme hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.