Beriya doza li Yewnanîstanê ji parêzerên Ocalan daxuyanî

Beriya doza têkildarî bê hiqûqiyên di pêvajoyên destpêkê yên dema Ocalan hat Yewnanîstanê de rû dan, parêzeran li Baroya Atîna daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Têkildarî bêhiqûqiyên dema Ocalan sala 1998’an hat Yewnanîstanê rû dan, sala 2008’an Parêzerê Yewnanî Yiannis Rachiotis doz vekiribû. Wê yekemîn rûniştina dozê 9’ê Cotmehê pêk bê. Beriya dozê bi tevlîbûna ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parlamentera Riha ya Amedê Dîlek Ocalan civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Beriya rûniştina doza têkildarî bêhiqûqiyên ku di pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1998’an hat Yewnanîstanê de rû dan, bi tevlîbûna ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mahmut Şakar, Yiannis Rachiotis û Parlamentera Riha ya HDP’ê Dîlek Ocalan li Baroya Atîna civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya ku di civînê de hat dayîn wiha hat gotin: “Muwekîlê me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de ji sala 1999’an ve heta îro tam 17 sal in li Girava Îmrali tê ragirtin.  Tecrîda 17 salan, hevdîtinên parêzer û malbatên ên nayên kirin; telefona nadin bikaranîn, sînordarkirina mafên ragihandinê yên weke telefon, name, xwendina rojnameyan, temaşekirina televîzyonê dema di çarçoveya mafê agahîstendinê de bê nirxandin, pêkanînên girtîgehê yên mînakên wê nînin di heman demê de dîrokî ye.”

Parêzerên Ocalan anîn ziman ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nehatiye hiştin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serlêdanên ku ji bo hevdîtinê her hefte dikin jî ji aliyê meqamên Tirk ve bi hincetên weke “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “kaptan nexweş e” yên komîk û derveyî exlaqî timî tên astengkirin.

Ev pêkanînên tecrîdê yên bi temamî polîtîk in armanca wê ya esasî ev e ku mafên însanî yên herî bingehîn bikin mijara bazariyê, bêçaresertiya pirsgirêka Kurd kûr bikin, eger nikarin asteng bikin jî li gor xwe feraseteke çareseriyê ferz bikin. Parêzeran gotin: “Bi vî aliyê xwe ve Birêz Abdullah Ocalan, li gor qanûnên Tirkiyeyê ne girtiyekî tê ragirtin, esîrek e. Şert û mercên girtinê şewazê esîrgirtinê ye.

Çavkaniya van şertên giran, Sibata sala 1999’an derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî teslîmkirina Birêz Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ye. Di serî de hevpeymanên Dûblîn, Cenevre gelek zagonên penabertiyê di vê komploya Ocalan de hatiye binpêkirin, ji vê binpêkirinê jî rêveberên dewletên DYA, Îsraîl, Îtalya, Yewnanîstan, Rûsya, Kenya yên wê demê berpirs in. Bi gotina muwekîlê me, “Komplogerên rastî û îxanet xwe vedişêre, mirovên baş û xweşik ên di dilê xwe tenê doza gelên mafdar û girêdayî ragirtiye bi sûcdarkirinê qirêjkirin; qasî ku îxaneta rastiyên dîrokî ne, wê ewqasî îxanet li hêviyên me jî be.

Em wek parêzerên Birêz Abdullah Ocalan, hewl didin ku vê hiqûqa korsanî derxin holê, teşhîr bikin û bi encamên wê di şexsê muvekîlê xwe de ev neheqiya ser gelê Kurd kêm jî em dixwazin derbas bikin. Ev doza me di dereceya yekemîn li dadgeha Îdare ya Yewnanîstanê vekir û ji bo vê civînê kir wesîle jî di vê armancê de vekiriye. Bi vê doza ku rûniştina yekemîn, 9’ê Mijdarê 2015’an saet 10.00’an destpê dike ve bi encamên em bi dest bixin, armanca me ev e ku tevahî detayên komployê aşkera bibe, derkeve holê û ev ne heqiya dîrokî, bê edaletî kêm jî be derbas bibe.”

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd, her wiha rêberê tevahî gelên tên pelçiqandin e jî û wiha dewam kir: “Serokê komên ku ketine qefesa hesin a kapîtalîzmê û her cure mexdûriyet dîtine ye. Nêzîkatiya Ocalan li hember gelê Yewnan ên dost û qîmetdar jî di vê çarçoveyê de ye. Hevkarên sûcê komployê, nûnerên hegemonyaya kapîtalîst a gerdûnî û partnerên wan ên herêmê, netewe dewlet in. Birêz Ocalan di demên herî teng de jî cudahiya gelan û dewletan kiriye û xwe li cem gelan bi cih kiriye. Em jî wek pêwîstiya xeta Ocalan a azadixwaz, di vê doza madî de ger tiştek bi dest me bikeve, em ê rewşa krîza ekonomîk a gelê dost ê Yewnanîstanê li ber çavan bigirin û bidin saziya ji bo raya giştî dixebite ya TO XAMOGELO TOY PAIDIOU (The Smile Of The Child-Kenê Zarokan). Ev tevger ne jestek e, em dixwazin ev wek dostaniya qedîm a Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi gelên Yewnan re wezîfeyek xwezayî bê dîtin. Em dixwazin careke din bi girîngî destnîşan bikin ku hevkarên sûcê komployê ne gel in, dewlet û hiqûqên wan ên serwer in.

Muwekîlê me Birêz Ocalan di parêznameya xwe ya sala 2003’an dabû Dadgeha Atînayê de wiha gotibû: “Ketina min a Atîna li hemberî dostanî û aştiyê ne tehdît e, berevajî wê bibe ji gavên herî dîrokî yên dostanî û aştiyek rast.”

Em hêvî dikin ku wê dadgeha Atîna serlêdana Birêz Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de binirxîne. Biryara dadgehê ser esasê mexdûriyeta muwekîlê me û ronîkirina komployê bide, wê bibe biryarek layiqî demokrasiya Atînayê ku çandek demokratîk ava kiriye, bi rêveberiyên xwe ji dîroka cîhanê re bûye dergûş û ruhê wê yê bi rûmet be.”