ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kîsên dengan ji aliyê polîsan ve hatin veguhastin
Li Amedê, polîsên Tirk bêyî amadebûna wezîfedarên sindoqê, kîsên ji dengan bi tena serê xwe dibin Desteya Hilbijartinê ya Bajêr. -
Li gelek navendan çalakiyên 'Roja Kobanê ya Cîhanê'
Li gelek bajarên Ewropayê bi wesîleya 'Roja Kobanê ya Cîhanê' meş û mîtîng hatin lidarxistin. -
Heyeta Swîsreyî rastî astengiya polîsan hat
Heyeta Swîsreyî ya li Qilabanê çavdêrî dikir, li Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. -
HDP'ê li Fîsê ji 196 dengên derbasdar 195 wergirt
Li gundê Fîsê yê navçeya Amed Liceyê, ku kongreya damezrandinê ya PKK'ê lê hat lidarxistin, ji 196 dengên derbasdar HDP'ê 195 deng wergirt. 1 deng jî ji BBP'ê re çû. -
Taxên li ser sînorê Kobanê gotin 'HDP'
Taxên Pirsûsê yên li ser sînorê Kobanê got 'Dîsa dîsa aştî, berxwedan' û serketina Kobanê silav kirin. -
Li Amara AKP di sindoqê de hat definkirin
Li Taxa Amara cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, bi dengekî bilind HDP bi ser ket. -
Ji HDP'ê 'Nexşeya îxlalkirinan'
HDP’ê li kîjan navendan herî zêde îxlal û bê ûsulî hatine kirin aşkera kir. -
Di sindoqên destpêkê yên li Êlihê de HDP ji sedî 70 ye
Li Êlihê, piştî ku dengdayîn qediya, jimartina dengan destpê kir. -
Polîsan li Wanê êrîş bir ser gelê sindoqan diparêze
Li Wanê gel dixwaze ewlehiya sindoqan pêk bîne, polîs bi bombeyên gazê êrîş dikin. -
Heyeta Navneteweyî: Ya ku me dît, em pê şoq bûn!
Heyete navneteweyî ya ji 20 kesan li Nisêbînê çavdêrî li dengdayînê kir. Seroka Giştî ya Komeleyên Kurdistanê li Fransayê Jan destnîşan kir ku dorpêçiya sindoqan a li dora sindoqan, ew şoq kiriye. -
Li Taxa Van a Adapazari jenderme hatin bicihkirin
Li Dibistana Seretayî ya Murtaza Erdogan a li Taxa Vanê ku Kurd lê dijîn û girêdayî navçeya Adapazari ya Sakarya ye jenderme hatin bicihkirin. -
Encamên destpêkê yên 32 bajaran/TÊ NÛKIRIN
Hilbijêrên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1'ê Mijdarê çûn ser sindoqan. -
Li Înnsbruckê çalakiya Kobanê
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hat lidarxistin. -
Wezîfedarê AKP'yî yê li ser sindoqê 8 caran deng bi kar anî
Li Trabzonê, 2 wezîfedarên AKP'yî li şûna hin mirovên din deng gelek caran bi kar anîn. Ji ber vê yekê wezîfeya wan a li ser sindoqan hat betalkirin. -
Ji AKP’ê li gelek navendan êrîş, zext û binpêkirina mafan
Ji bo hilbijartina Giştî ku dengdayîn didome, hîle û zextên AKP’ê didomin. Li gelek bajar û navçeyan bi rêya polîsan zextan li ser HDP’yiyan çêdikin. -
Gelan ji Swîsreyê gotin: Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin
Gelên li Swîsreyê dijîn, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin cem hev. -
AKP bi rêya polîsan hewl dide hîleyan bike; gel tê astengkirin
Li bajarên Kurdistanê, polîsên ku ji AKP'ê ferman girtine, gefê li ewlekariya sindoqan dixwin. Gel, ji bo pêşî li binpêkirina mafê xwe bigire, ji ber navên dengdayînê ranabe. -
Şîmşek: Gelê Amedê bi tevlîbûneke xurt bersivê dide zextan
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek da xuyakirin ku heta niha li Amedê û gelemperiya Kurdistanê di dengdayînê de mafên mirovan gelek caran hatine binpêkirin û got, "Lê belê tevî vê yekê jî gelê me bi vîneke xurt tevlî hilbijartinan dibe." -
KNK: Kobanê, wê bibe alternatîfa krîza Rojhilata Navîn
KNK’ê diyar kir ku Kobanê alternatîfa rizgarbûna ji krîza Rojhilata Navîn temsîl dike. -
Şahidê 29 raperînên Kurd dengê xwe bi kar anî!
Mihemedê Êrsî (Mehmet Esen) yê 130 salî, ku li gundê Êrsê yê navçeya Sêrt Dihê dijî, dengê xwe bi alîkariya neviyên xwe bi kar anî. -
Heyeta PE: Li herêmê atmosfereke milîtarîst heye
Martîna Mîchels a di nava heyeta Parlamenta Ewropayê ya ji bo şopandina hilbijartinê de cih digire diyar kir, ku li pêşberî tiştên dîtiye ew matmayî maye. Mîchels destnîşan kir ku li Amedê demokrasî ji holê rabûye. -
Serokê AKP’ê li ser sindoqê çek kişand!
Hat ragihandin ku li navçeya Payîzava ya Wanê Serokê AKP’ê yê navçeyê Halît Toktaş, li rex polîs çek li endamê desteya sindoqan kişand û ew tehdîd kir. -
HDP'ê hişyariyên girîng da hilbijêr û muşahîdan
HDP'ê li ser ewlehiya sindoqan hişyarî da hilbijêr û muşahîdan. HDP'ê diyar kir ku Serokê Desteya Sindoqê nikare ti muşahîdekî derxîne derve û got, "Divê rapora ji mor û îmzeyê orjînal bê wergirtin." -
Li Îzmîrê seroka dibistanê ya HDP'ê hat binçavkirin
Li Îzmîrê seroka dibistanê ya HDP’ê ji aliyê polîsek jin ve hat binçavkirin. -
Li Marmara, hîleyên hilbijartinê û zext zêde dibin
Li bajarên herêma Marmara ya Tirkiyeyê, karên ne li rê, gef û hîle dewam dikin. Hêzên ewlekariya dewleta Tirk û AKP'yî, êrîş û zextan dikin.