ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Svazîlandê Koma Piştgiriya bi Kurdan re hat avakirin
Li biçûktirîn welatê parzemîna Afrîkayê Svazîlandê, Koma Piştgiriya bi Kurdan re hat avakirin. -
Îdîanameya têkildarî lêpirsîna Dînk cara duyemîn paşde hat şandin
Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Hrant Dînk de îdîanameya der barê 25 gumanbaran de hat amadekirin bi hinceta “kêmasî tê de hene” cara duyemîn paşde hat şandin. -
HDP’ê li Elezîz, Riha û Edeneyê îtîrazî encamên hilbijartinan kir
HDP’ê bi sedema di hilbijartinan de hîle hatine kirin li Edene, Elezîz û Riha li Saziyên Hilbijartinê yên Bajêr îtîraz kir. -
AKP’ê bi êrîşan bersiva ji sedî 22 dengên wergirt da
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Nûrsel Aydogan û Ziya Pîr, diyar kirin ku ev pêkanîna hema piştî hilbijartinan pêk hat israra AKP’ê ya di konsepta şer de nîşan dide. -
Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Kirklarelî
Polîsan li Kirklareliyê bi ser avahiya HDP'ê û KOKDER'ê de girtin. -
Li Stockholmê jinan galaya piştevaniya bi Kobanê re li dar xistin
Însiyatifa Aştiyê ya Jinan, ji bo tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê û piştevaniya kantonên Rojava bikin, duh êvarî li paytexta Swêdê Stockholmê galayek li dar xist. -
Wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan li gundê Hemir Rojhilat hat bêbandorkirin
Li gundê Hemir Rojhilat ê girêdayî Hesekê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hat bêbandorkirin. Dibistana gund jî ji çeteyan hat paqijkirin, gelek çete hatin kuştin. -
Ji Hevserokan daxuyaniya hevpar: Em li vir û em ê bi ser bikevin
Hevserokên HDP, HDK, KCD û DBP'ê, encamên civîna xwe ya 2'ê Mijdarê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê bi raya giştî re parve kirin. -
HDP li dijî encamên Dêrsim û Edeneyê derket
HDP li dijî encamên hilbijartinê yên li Dêrsim û Edeneyê derket. -
Li Hesekê wesayîta bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin
Li gundê Mesalîs ê Hesekê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan rûxandin. -
Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin
Li taxa Sitîlîlê ya Nisêbînê, leşkeran avêtin ser malan û 6 kes kirin binçavan. -
Farqîn li dijî êrîşên dijwar li ber xwe dide
Li Farqînê bi qedexeya derketina derve re êrîş dijwar bûn. Li nuqteyeke wesayîtên zirxî lê bûn, teqîneke dijwar pêk hat. -
AKP hewl dide li Geverê tola hilbijartinê hilîne
Li Geverê tîmên tevgera taybet û polîs hewl didin bi gelek wesayîtên zirxî bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Şêniyên taxê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Ji taxên derdorê jî gel diherike vê derê. -
Firat: Eger peyama sindoqê bê fêmkirin, em ê dengê xwe zêde bikin
Parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo dengên HDP'ê bi dest xistiye got, "Em nikarin vê rêjeyê biçûk bibînin. Li Meclîsê em partiya sêyemîn in." -
Hevşaredarê Şemrexê hat binçavkirin
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, jendermeyan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Şemrexê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. -
Ozdemîr: Partiya Merkel li Enqereyê xwedî dostên ecêb e
Hevserokê Partiya Keskan (Grunen) a Elman Cem Ozdemîr da xuyakirin ku encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê dikare rê li ber pêla penaberan a ji Tirkiyeyê veke. -
Balafirê şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê herêmên Qendîl, Xakurkê, Zap, Zagros û Garê bombe kirin. -
Li dijî encamên hilbijartinê yên li Danîmarkayê îtiraz hat kirin
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Danîmarkayê, li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kir. -
Li Londonê çalakiya Roja Kobanê
Li Londonê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek û şevek hat lidarxistin. -
Balafirên şer ên Tirk Garê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. -
Li Bonnê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê çalakî
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Sêrtê xwerêveberî hat îlankirin
Meclîsa Demokratîk a Gel a Sêrtê bi daxuyaniyekê xwerêveberî îlan kir. Di daxuyaniyê de bang li dewlet û desthilatdariyê hate kirin ku îradeya gel nas bike. -
Çavdêrên navneteweyî: Polîtîkaya zextê bandora xwe li sindoqan kir
Çavdêrên navneteweyî yên hilbijartinên 1’ê Mijdarê şopandin di daxuyaniya hevpar a weşandin de diyar kirin ku şîdet, “ewlekarî”, polîtîkaya zextê ya li ser namzetan encamên hilbijartinê bandor kiriye. -
Irmak: Projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin
Parlamentera Colemergê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak anî ziman ku encamên HDP’ê bi dest xistine “Ne têkçûn serketin e” û got “Encamên 1’ê Mijdarê nîşan daye ku projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin.” -
Li Balikesîrê şîdeta mêr bû sedema mirina 3 kesan
Li Gonenê Salih Şenses, hevsera xwe Fatma Şenses dayika wê Fatma Yilmaz û birayê wê Îsmaîl Yilmaz qetil kir. Salih Şenses dema xwest xwe bikuje hat binçavkirin.