FEDA: Wê Elewî li rex HDP'ê berxwedana xwe bidomînin

FEDA diyar kir ku gel di 1’ê Mijdarê de serketî bûn û banga berxwedan û rêxistinbûnê kir.

FEDA diyar kir ku gel di 1’ê Mijdarê de serketî bûn û banga berxwedan û rêxistinbûnê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) a daxuyaniyeke nivîskî weşand bal kişand ku serwer di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li hember yekîtî û rêxistinbûna gelan têk çûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelan di 7’ê Hezîranê de ji pergala dîktator û komploger re gotine, ‘raweste’ û wiha dewam kir: "7’ê Hezîranê rêya hêviyeke nû vekiribû. AKP û Tayyîp Erdogan, ev encam red kiribû, darbe li îradeya azadî, demokrasî û wekheviyê ya gelan kir û got, ‘Careke din hilbijartin’. 'Di nav darbeyê de darbe kir' rêya hilbijartina 1’ê Mjdarê vekir.”

'HÊ BÊHTIR BERXWEDAN, RÊXISTINBÛYIN Û YEKÎTÎ'

Daxuyaniyê bal kişand ku di pêvajoyek derbeker, ne wekhev û ne adil de ji nû ve hilbijartin hatine lidarxistin û wiha dewam kir: “Tevî vê jî gelê me bi seknek bi biryar, berxwedêr û bi rûmet di 1’ê Mijdarê de serketî derketiye. 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê hê bêhtir berxwedan, rêxistinbûyin û yekîtî nîşanî me daye.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em kom û baweriyên Rêya Heq Elewî yên li gel HDP’ê cihê xwe girtin û li hember zilmê ser bilind sekinîn silav dikin.

 ‘DI RÊYA HEQ Û HEQÎQETÊ DE REWABÛNA ME HEYE’

“Kurd, Ermen, Tirkmen, sosyalîst, oldarên demokrat, jin, ciwan, kedkar; serî li ber AKP’ê netewandin û 1’ê Mijdarê li gel HDP’ê cihe xwe girtin.

Tişta eslî ev e ku bi ruhê 7’ê Hezîranê li hember vê zîhniyeta derbekar, yekperest bilindkirina têkoşînê ye; bi hev re di bêhtir rêxistinbûyinê de israr e. Xeteriya eslî jî derbeya Qesrê ya 1’ê Mijdarê li hember îradeya gel pêk hat berdewamkirina wê ye.

“Di serî de canên me yên Elewî Kizilbaş, bêguman wê li gel HDP’ê, demokrasî û azadiyê di nav piştevaniyê de cihê xwe bigire. Di rêya heq û heqîqetê de rewabûna gelan, berxwedêran û kesên serî natewînin heye.”