Gerîlayên HPG'ê Abdullah Aydin (Cûdî Gabar) û Perîşan Mendes (Sozdar Zinar) ên li Elkê jiyana xwe ji dest dabûn û ji mehek zêdetir e li Meletî hatin rawestandin îro li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin oxirkirin.
Gerîlayên HPG'ê Abdullah Aydin (Cûdî Gabar) û Perîşan Mendes (Sozdar Zinar) ên 24'ê Cotmehê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn û ji mehek zêdetir bi hinceta testa DNA'yê li Saziya Tip a Edlî ya Meletî dihatin rawestandin, îro li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin oxirkirin.
Cenazeyên Mendes û Aydin ên ji Meletiyê hatin wergirtin, di saetên sibehê de li ser Cadeya Kobanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Li navçeyê dikan nehatin vekirin. Bi sedan kesên cenazeyên her du gerîlayan dan ser milên xwe ber bi Goristana Asrî ya Cizîrê meşiyan.
Di merasîma cenazeyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivîn û bal kişandin ser têkoşîna gel. Xizmê Perîşan Mendes, Mehdî Mendes jî diyar kir ku li ser gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin û wiha axivî: "Eger îro em dikarin di kolanên xwe de bi rehetî nefes bigirin, ev bi saya van ciwanan e."
Piştî axaftinan her du gerîla bi dirûşmên, "Şehîd namirin" spartin axê. Piştî merasîmê girse ji bo şînê çû Mala Şînê ya Cûdî.