Li Frankfurtê ji bo sê jinên şoreşger edalet hat xwestin

Di çalakiya Franfurtê de jinên hatin gel hev ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger edalet xwestin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara de ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin edalet hat xwestin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransa de ji Bana û Offanbach jî jin tevlî bûn.

Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger û pankarta, “Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin” hatin hilgirtin. Jinên dirûşmên, "Duh Roza, îro Sara", "Dewleta Fransa bi edalet be" qîr kirin.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Amara de hat xwestin ku pêwîst e tavilê dewleta Fransa înfazên li Parîsê ronî bike û wiha hat gotin: "Em jin çi dibe bila bibe em ê şopdarê dozê bin; lewma em bang li tevayî Kurdistanî û dostên wan dikin ku xwedî li çalakiya jinan a li ber Konsolosiyê derkevin.”

Çalakî bi xwendina belavoka Elmanî ya CENÎ bi dawî bû.