Ji bo girtiyên ATÎK'ê wê çalakî bên lidarxistin

Ji bo girtiyên ATÎK'ê wê li pêşiya girtîgehên li Elmanyayê çalakî bên lidarxistin.

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin, Ciwanên Demokratîk ên Nû, Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî (UPOTUDAK), Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê (ADHK), Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) û Cîhana lê bê jiyîn/Proleterya Şoreşger daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de banga, "Di 7'ê Mijdara 2015'an de em di çalakiyên li ber girtîgehên li Elmanyayê bicivin" hat kirin.

'DEWLETÊN ELMAN Û TIRK HEVKARÎ KIRIN'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku bi hevkariya dewletên Elman û Tirk di 15'ê Nîsana 2015'an de bi hevdemî li Elmanya, Swîsre, Fransa û Yewnanîstanê operasyon hatine meşandin û aktîvîstên ATÎK'ê jî di nav de 11 kes hatine girtin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Di çarçoveya operasyonê de ji 2 kesên li Yewnanîstanê hatin girtin yek jê ji aliyê dadgehên Yewnan ve hat berdan, Denîz Pektaş ji ber cezayekî berê yê li Fransayê radestî Fransayê hatiye kirin. Mehmet Yeşîlçali yê li Swîsreyê girtî ye, ji bo biryar li ser dayîn an jî nedayîna Elmanyayê, darizandina li Swîsreyê dewam dike."

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 7'ê Mijdarê bang li hemû şoreşger, mirovên pêşverû, welatparêz û xwedî berpirsyarî hat kirin, ku beşdar bibin.