Rûniştina biryardayînê ya doza JÎTEM'ê destpê kir
Rûniştina biryardayînê ya doza 'JÎTEM a Cizîrê' ku gav bi gav ber bi nixumandin û girtinê hat birin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê destpê kir.

Rûniştina biryardayînê ya doza darizandina serheng Cemal Temîzoz, Şaredarê berê yê Cizîrê Kamîl Atak û 6 bersûcên din, ku li navçeya Şirnex Cizîrê ji kuştina 21 kesan di navbera salên 1993-1995'an bi awayê 'kiryar nediyar' tên darizandin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê destpê kir.
Ji bo doz bê encam neyê hiştin û sûcdar mafdar neyên nîşandan, tevî rêxistinên civakî yên sivîl Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Têkoşîna li dijî Bêcezahiştinê, ji bo tevlî rûniştinê bibin hatin Eskîşehîrê. Di rûniştina dozê de bersûc, malbatên mexdûr û parêzer amade ne. Ji malbatên mexdûr 20, ji xizmên bersûcan jî 20 kes li salonê hatin bicihkirin.
Rûniştina dozê bi dubarekirina mutalaya dozger destpê kir. Tevî ku di gilînameyê de, li gorî delîlan tê xwestin ku bersûc gelek caran bi cezayê "Ragirtina heta bi hetayê ya girankirî" bê cezakirin jî dozger îdîa kir ku delîl û îdîa ne cihê baweriyê ne û xwest bersûc beraat bikin.
Rûniştina dozê dewam dike.