Şehîdên Meha Gulanê li Saint-Avoldê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Gulanê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Saint-Avoldê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Gulanê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Saint-Avoldê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Gulanê Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran, Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgînli bajarê Saint-Avold ê Fransayê hatin bibîranîn. Li cihê bîranînê wêneyê Rêber Apo, Şehîdên Meha Gulanê, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin danîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn hat pêşandan.
Siyasetmedar Firat Can axivî û got: “Li şehîdan xwedî derketin erka me ya bingehîne.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.