Ji girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo Kaytan û Altûn peyam

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi peyamek nivîskî, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn û gotin: “Em ê xwedî li mîrate û kevneşopiya rêxistinbûnê ya wan derkevin û têkoşînê bigihînin serkeftinê.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi boneya salvegera şehadeta Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya û Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn jî hatin bibîranîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîroka welatê me de meha Gulanê, meheke wisa ye ku êrîşên li ser hebûna me herî zêde lê çêbûne, lê di heman demê de hebûna me herî zêde li ber xwe daye. Qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya ku yek ji rêberên şoreşa Tirkiyeyê, di girtîgeha Amedê de di dema dîlgirtina wî ya birîndar de û darvekirina Leyla Qasim ku sembola berxwedana jina Kurd e, ji aliyê dewleta mêtînger a Iraqê ve, dîsa di rûpelên dîroka meha Gulanê de cih digirin.

Ji bo şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê meha Gulanê serdemk nû ye. Ji bo Tevgera PKK’ê û bîranîna azadiyê serdema hebûnê ye. Yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera me û hevrêyê ewil ê Rêbertiya me Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû. Rêber Apo şehadeta hevrê Hakî Karer bi van hevokan wate dike, ‘Şehadeta Hakî dîrok ji nûve nivîsand. Dîroka zilmê rawestand. Dîroka berxwedan û vejîna gelê Kurdistanê bi qehremanan dest pê kir; di berxwedana Hîlwan/Sêwregê de hevrêyê me Halîl Çavgun, di girtîgeha Amedê de hevrêyên me Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Aynik û Necmî Oner bi berxwedan û qehremaniya xwe ya bêhempa, kevneşopiya berxwedana gelên Kurdistanê bi jiyana xwe afirandin.”

Kongreya 12’emîn a PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin, kongre diyarî hevrêyên me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat kirin. Şehadeta hevrêyên me di encamnameya kongreyê de hate îlankirin. Hevrêyên ewil ên Rêber Apo, hevrêyên heqîqetê, pêşengên têkoşîna me û pîrê me yên zanînê hevrê Fûat weke ferdek ê xeta Apoyî mohra xwe li têkoşîna me xist. Bîrdariya ceseretê hevrê Riza yê ku xwe û tevahiya malbata xwe bêdudilî tevlî têkoşîna azadiyê kir, bi awayekî bêhesab têkoşiya, bi helwesta xwe ya ku tirsê nas nake bû mînaka cesaretê ya mezin. Em di şexsên hevrê Fûat û Riza de Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê yên di girîgehan de ne, xwedî li pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derdikevin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo neyê dabînkirin, em bang li gelê xwe yê welatparêz, ciwanên ku berxwedan û qehremaniyê nîşan didin û jinên ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dijmin dilerizînin, dikin ku têkoşînê mezin bikin û li dora Rêber Apo bibin xelek. Em careke din Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li kevneşopiya berxwedan û rêxistinbûnê ya ku hevrêyên me Fûat û Riza wekî mîrat e ji me re hiştine, derkevin û têkoşînê bigihînin serkeftinê.”