BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Helsînkiyê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê û ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Sirri Sureyya Onder li Helsînkiyê hatin bibîranîn.

Şehîdên Meha Gulanê û ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bibîranîn. Li cihê bîranînê posterê mezin ê Rêber Apo û wêneyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Şehîdê Aştiyê Sirri Suriyya Onder hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û li ser jiyana şehîdan sînevîzyon hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.