ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cîhan Kobanê silav dike
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan pîrozbahî tên kirin. Di pîrozbahiyan de banga ji nû ve avakirina Kobanê tê kirin û ji hêzên navneteweyî tê xwestin zextan li Tirkiyeyê bikin. -
Heyetên çavdêr tên binçavkirin
Heyeta çavdêr a ji Yewnanîstanê hat, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Li Wanê êrîşa polîsan-HAT NÛKIRIN
Li Wanê, li Dibistana Seretayî ya Kinyas Kartal a li taxa 'eşhît Firat', polîsan gef xwarin ku derdora dibistanê were valakirin. -
Heyeta Çavdêr li Semsûrê rastî astengiyan hat
Heyeta Çavdêr a Navneteweyî ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan li Semsûrê ye hat astengkirin. Heyetê nikarî xwe bigihîne herêma dengdayînê. -
Ji HDP'ê tedbîrên ewlekariyê
Li Navenda Giştî ya hDP'ê ku gelek caran rastî êrîşan hat, tedbîrên ewlekariyê hatin girtin. Ketin û derketina avahiyê tê kontrolkirin. -
Li Dîlok û Rihayê HDP'yî rastî êrîşê hatin
Li taxên Dîlokê yên şêniyên wê bi giranî Kurd in, polîsan li ber dibistanan nuqteyên kontrolê danîn. Li navçeya Riha Pirsûsê jî xizmên namzetê AKP'yî bi çeka kalaşnîkovê zextê li hilbijartan dikin ku dengê xwe bi kar neynin. -
Polîs li Wanê zexta GBT li muşahîdan dikin
Li Dibistana Seretayî ya Hurriyet a navçeya Wan Îpekyolû, ji ber ku polîsan xwestin Lêpirsîna Agahiyên Ewlekariyê (GBT) li muşahîdan bikin, nîqaş û tengezarî derket. -
Li Êlihê gel li ber dengan nobedê digire
Li Êlihê, hilbijêrên ku danê sibehê ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan, piştî ku dengên xwe bi kar anîn, li ber dibistanên dengdayînê dest bi nobedê kirin. -
Li Tûşba û Norşînê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Bedlîs Norşîn û li navçeya Wan Tûşbayê, di nîqaşa navbera HDP'yî û AKP'yiyan de 2 kes hatin binçavkirin. -
Namzetên HDP'ê yên Marmarayê gotin 'Aştî' û dengên xwe bi kar anîn
Hemû namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên ku dengê xwe bi kar anîn, peyama aştiyê dan. -
Li Karagumrukê provokasyona faşîstan
Li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Neslîşah a Karagumrukê, piştî ku HDP'yî li dijî bêûsûliyê derketin, faşîst li hev civiyan û dirûşmên 'Em li vir PKK'ê naxwazin' qîriyan. -
Zexta AKP'ê ya li Amedê zêde dibe
Li Amedê, bi destpêkirina dengdayînê re zexta namzetên AKP, polîs û leşkeran a li hemberî hilbijêr û heyetên çavdêriyê kêlî bi kêlî zêde dibin. -
Zext li hilbijêrê extiyar hat kirin, polîs bi zora çekê deng bi kar anî
Li Îzmîrê hîle û zextên AKP'ê dewam dikin. Li hilbijêrekî extiyar ê HDP'yî zexta 'dengê vala bi kar bîne' hat kirin. Her wiha polîsekî jî bi zora çekê deng bi kar anî. -
Li Misricê leşkeran dengdayîn sekinandin
Li gundê Telîba yê navçeya Sêrt Misricê, leşkerên Tirk bi îdîaya ku bênasname deng hatiye bikaranîn, dengdayîn sekinandin. -
Rêya Amed-Liceyê ji aliyê leşkeran ve hat girtin
Leşkeran bi îdîaya 'mayîn heye' rêya Amed-Liceyê li çûn û hatinê girtin. Destûr ji hilbijêrên li Lice û gundên wê re naye dayîn ku ji bo dengdayînê biçin û bên. -
Li dijî zext û hîleyan nûmarayên telefonê
HDP'ê, ji bo hilbijêrên ku bi hîleyan bihesin gilî bikin, nûmarayên telefonê weşand. -
Li Serhedê zext û êrîşên giran
Li bajarên Serhedê, bi destpêkirina dengdayînê re zext û êrîşên hêzên dewletê zêde bûn. AKP'yî û hêzên dewletê yên Tirk li gelek cihan êrîşî HDP'yî û rojnamevanan kirin. -
MLKP Rojava. Em tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin
Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. -
Malbatên Bîrlîk û Çagirga çûn ser sindoqan
Malbata Haci Lokman Bîrlîk ê cenazeyê wî piştî înfazkirinê li pişt panzera polîsan bi erê re hat kaşkirin û dayika Cemîle Çagirga ya li Cizîrê cenazeyê wê li sarincê hat ragirtin, çûn ser sindoqan. -
Li Îzmîrê wesayîtên bê plaqe li ser kar in!
Li Îzmîrê, mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê careke din wesayîtên bê plaqe derketin holê. -
Namzetên AKP'ê li heyetên çavdêr dan
Namzetê AKP'ê Baran Çelîk tevî parêzvanên xwe li navçeya Çermûkê gef li heyeta çavdêr a ji Îngilîstanê hatiye xwar. Li Sûrê jî namzetê AKP'ê Şafak Yenturk û xizmên wî li Parlamenterên Parlamenta Ewropayê dan. -
Ji polîsan hîleya hilbijartinê ya belgeya bi hejmara 142
Hat tespîtkirin û li raporan hat nivîsandin ku li gelek sindoqan, polîsan bêyî belgeya bi hejmara 142'an bide hewl dane dengê xwe bi kar bînin. -
Li Amedê tevî zextan jî tevlîbûn di asteke bilind de ye
Li Amedê, tevî dorpêçî û zexta polîsan jî, gel herikî ser sindoqan û bi tevlîbûneke xurt dengdayîn dewam dike. -
Yuksekdag: Bila aştî ji sindoqê derkeve
Yuksekdag dengê xwe li Wanê bi kar anî. Hevseroka HDP'ê piştre daxuyaniyek da û got, "Rêya me vekirî be." -
AKP'ê dest bi hîle û zextan kir
AKP'ê li hin bajar û navçeyan ji niha ve dest bi hîleyan kir. Polîs û leşker li ser sindoqan zextê li hilbijêran dikin.